Parlamenteriya Semra Guzel hat betalkirin 2022-12-22 16:49:57     ENQERE - HDP’ê parastina xwe ya têkildarî xistina parlamenteriya Semra Guzel a li Lijneya Giştî ya Meclisê duh temam kir. Biryara derheqê Semrayê de îro hat dayîn û parlamenteriya Semrayê hat betalkirin.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel bi hinceta ku tevlî xebatên qanûnçêkirinê yên Meclisê nebûye, Komîsyona Amadekar biryar dabû ku parlamenteriya wê bê betalkirin. Komîsyonê di 8’ê mijdarê de civîn li dar xistibû û biryara betlakirina parlamenteriya wê girtibû. Biryara Komîsyonê li Komîsyona Destûra Bingehîn û Edaletê ya Têkel hat nîqaşkirin. Bi piraniya dengan biryar hat dayîn ku parlamenteriya Semra bê betalkirin.    Komîsyonê rapora xwe ya derbarê biryarê de şand Desteya Giştî ya Meclîsê. Meclîsê biryar da ku parlamenteriya Semrayê bê betalkirin.