‘Operasyon perçeyekî qirkirina siyasî ye’ 2022-12-22 15:24:42     AMED - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê bertek nîşanî zêdebûna zextên li dijî partiyên siyasî û saziyan da û wiha got:" Armanca van operasyonên li dijî partiyên siyasî û saziyan, girtin û binçavkirina kesên li dijî zilmê li ber xwe didin tirsandina civakê ye."   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê têkildarî zextên di demên dawî de li dijî partiyên siyasî û saziyan zêde bûn de li avahiya Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) civîna çapemeniyê li dar xist. Gelek sazî tev li civîna ku pankarta “Em li rex Edalet, Demokrasî û Vîna Gel in” lê hate vekirin bûn.    ‘Operasyon perçeyekî qirkirina siyasî ye’    Endamê Desteya Rêveber a Odeya Bijîşkan a Amedê Firat Akengîn ê di civînê de axivî, anî ziman ku operasyonên ku desthilata AKP’ê li dar dixe dijhiqûqî ne û wiha got: “Ev operasyonên ku desthilata AKP’ê û MHP’ê dane destpêkirin perçeyekî qirkirina siyasî ye. Armanca van operasyonên li dijî partiyên siyasî û saziyan, girtin û binçavkirina kesên li dijî zilmê li ber xwe didin tirsandina civakê ye.”   'Bêtehemulî dewam dike'   Firat, anî ziman ku AKP li dijî muxalefetê bêtehamul e û wiha axivî: “Nefret, bêhiqûqî û necezakirin hatiye asteke wisa ku di nava kolanê de tundî li hevserokê HDP’a Stenbolê tê kirin, Hevserokên wê yên Giştî tên dorpêçkirin. Tevî ku Serokkomarê welat, wezîr û hemû şandeyên fermî yên serdana Hikumeta Herêmî ya Başûrê Kurdistanê kirin û bi ala wê merasîmên fermî kirin jî ji ber alê bi ser avahiyên Hereketa Azadî, PAK û PSK’ê de girtin û al desteser kirin.”   Civîna çapemeniyê bi pirsên rojnamevanan bi dawî bû.