Zaroka ku êrîşa zayendî lê hat kirin rakirin nexweşxaneyê 2022-12-22 14:04:05   SÊRT - Zaroka ku li Perwariyê 2 kesan êrîşa zayendî lê kirin ji ber travmaya derbas kir rakirin nexweşxaneyê.   Li gundekî girêdayî navçeya Perwarî ya Sêrtê, zarokek 2 sal in bi êrîşa zayendî ya sîstematîk a Huseyîn Tapar (65) û Hamît Şener (35) re rûbirû ma. Piştî ku bûyer derket holê malbata zarokê çû qereqolê û gilî kir. Piştî giliyê hat kirin di 8’ê mijdarê de derheqê herdu êrîşkaran de doz hat vekirin. Lê tevî dengê qeydkirî û îfadeyan jî di 11’ê mijdarê de ji hêla dozgeriyê biryara neşopandinê derbarê dozê de hat dayîn.   Derheqê mijarê de malbata zarokê ji ajansa me re axivîbû û destnîşan kiribûn ku divê tu kes li dijî vê bûyerê bêdeng nemîne û banga piştgiriyê li raya giştî kiribûn.   Hat zanîn ku duh qereqolê dîsa ji malbatê derheqê bûyerê de îfade girtiye. Her wiha hat zanîn ku zaroka ji ber bûyerê trawma derbas kiriye îro rakirine nexweşxaneyê.