Jinan kesên li Rojhilat û Îranê hatin qetilkirin bi bîr anîn 2022-12-22 13:59:27     NAVENDA NÛÇEYAN - Li paytexta Elmanya Berlînê, ji bo jina Kurd Jîna Emînî ya ji aliyê 'Polîsên Ehlaqê' yên dewleta Îranê ve bi îşkenceyê hat qetilkirin û ji bo kesên di berxwedanê de jiyana xwe ji dest dan, merasîma bîranînê hat lidarxistin.   Femînîsta Berlîn, Kolektîfa Jinan a Jiyan Azad, Cenî, Meclîsa Jinê Dest Dan, Women Defend Rojava, Gemeinsam Kämpfen û Komîna Şehîd Sara Dorşîn bi awayekî hevpar roja Çarşemê ji bo Jîna Amînî û kesên din ku li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatin qetilkirin merasîma bîranînê li darxistin. Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.   Di axaftina li ser navê Tevgera Jinên Kurd hat kirin de wiha hat gotin, "Em şopdarê Sakîne, Bêrîtan, Zîlan, Avesta û bi hezaran şehîdên jin in, Jîna Emînî û tevahî jinên berxwedêr ên li dijî rejîma Îranê li ber xwe dane, bi rêzdarî bi bîr tînin û silav dikin.”   Aktîvîstên Belûcîstanê ji bo bîranînê peyam şandin û diyar kirin ku navenda vê berxwedanê Kurdistan û Belûcistan e û wê berxwedanê berfirehtir bikin.   Endamên Feminista Berlînê, Komîna Şehîd Sara Dorşîn û Gemeinsam Kaempfen jî axaftin kirin û stranên bi Elmanî stran gotin.   Ji bo Şîrîn Elemhûlî, Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî û Elî Haydaran ên di sala 2010'an de ji aliyê dewleta Îranê ve hatin darvekirin, helbest hatin xwendin û bi zimanê Kurdî jî klamên dengbêjiyê hatin gotin.   Çalakiya bîranînê piştî nîşandana sînevîzyonê bi nivîsandina daxwazên li ser dara ku şalê jinên Kurd lê hatin daliqandin, bi dawî bû.