Li Wanê li zarokekê destdirêjî hat kirin 2022-12-22 11:44:26     WAN - Li navçeya Tuşbayê li dibistanêekê mamosteya bi navê L.T. li zarokekê destdirêjî kir.   Li navçeya Tuşba ya Wanê di 16'ê Kanûnê de, li dibistanekê, mamosteya dersa Anatomî -Wênexêziyê  L.T. li xwendekarekê destdirêjî kir. Hat diyarkirin ku L.T. xwendekara zarok wekî model derxistiye kursiyê, ji xwendekarên din re gotiye wêneyê wê xêz bikin û piştre jî destdirêjî  li zarokê kiriye.    Li ser berteka xwendekarê, L.T., wiha gotiye, "Ez mecbûr bûm vê bikim, lêborîna xwe dixwazim."    Malbatê gilî kir   Piştî ku zarok bûyerê ji malbata xwe re vedibêje, malbat li dibistanê bi mamosteya rêber re hevdîtinê dike û piştî ku êrîş ji aliyê rêber ve jî tê raporkirin, diçe li Serdozgeriya Komarê ya Wanê  gilî dike. Li ser giliyê hat kirin, xwendekarên din jî yên bûn şahidê bûyerê ji polîs re êrîşa hat kirin vegotin.   L.T. ya ku hat binçavkirin piştî îfadeya xwe da serbest hat berdan.   Hat diyarkirin ku wê ,îro jî îfadeya şahidên bûyerê ku tê girtin berdewam bike.