Zubeyda Kaya: Em li dijî tecrîdê banga têkoşînê dikin 2022-12-22 09:03:29     ENQERE - Endama Meclîsa Xwendekarên Demokratîk Zubeyde Kaya diyar kir ku ev tecrîda giran li ser têkoşîna azadiyê ya gelan e. Ez bang li hemû gelê me dikim ku li dijî tecrîd, şer û bikaranîna çekên kîmyewî têbikoşin.”    Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan her diçe giran dibe û 21 mehe ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yidirim nayê girtin. Herî dawî di 25’ê adara 2021’ê de  malbata wî hevdîtinek telefonê ya kurt pêk anî. Hevdîtinên parêzeran bi ‘qedexeyên hevdîtina parêzeran’ 6 mehan ku Dadgeriya Înfaza Bursayê tê dayîn tên astengkirin û yên malbatê jî bi cezayên dîsîplînê yên sê mehan yên Serokatiya Lijneya Dîsîplîna Îmraliyê tê astengkirin.   Saziyên navneteweyî li dijî binpêkirina mafan ya Tirkiyeyê bêdengiya xwe diparêze. Komîteya Pêşîgirtina Îşkencê ya Navneteweyî (CPT) serdana li Îmraliyê kiriye wek sir vedişêre. Ligel vê tu daxuyaniyek nehat dayîn. Hewldanên Gelê Kurd û parêzeran a ji bo hevdîtinê didome. Li aliyê din Meclîsa Xwendekaran a Demokratîk di 8’ê kanûnê de nameyek şand ji CPT re. Endama Meclîsa Xwendekaran a Demokratîk Zubeyde Kaya der barê name û tecrîdê de axivî.   ‘Tecrîd bandor li ser hemû gelan dike’   Zubeydeyê destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser hemû civakê belav bûye û wiha anî ziman: “Li hember Birêz Abdulah Ocalan 24 sale tecrîda giran tê meşandin. Nikare bi malbat û parêzeran re hevdîtinê bike. Ev tecrîd di esasê de li ser hemû gelan tê meşandin. Li dijî têkoşîna gelê bindest ev tecrîd tê girankirin. Fikrên Birêz Ocalan hemû gelên bindest eleqeder dike. Bandor li ser karkeran, li ser xwendekaran li ser hemû bajaran dike. Ji ber vê jî azadî û aştî tê astengkirin. Ne kesek îdeolojiyeke nav çar dîwan re tê tengezarkirin.”   ‘Rêgezên CPT di gotinê de dimîne’   Zubeydeyê balkişand ser nameya ku nivîsine û wiha diyar kir: “CPT qaşo li dijî îşkencê xebatan dimeşîne. Lê rêgezên wan tenê di gotinê de dimînin. Ev nîşaneya tecrîda 24 salane. Helwesta Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa jî wisa ye. Rêgezên ku ev sazî diparêzin, pêk nayên. Me wek meclîsa Xwendekarên Demokratîk di 8’ê kanûnê de ji CPT re name şand û ji bo tecrîd rabe çalakiyek da destpêkirin. Ne tenê birêz Abdullah Ocalan hemû gel, girtî û siyasetmedaran para xwe ji vê digirin û tên tecrîdkirin. Divê pêşî li vê îşkencê bê girtin. Me li Amed, Wan, Stenbol û gelek bajarên Kurdistanê çalakî da destpêkirin. Em ê têkoşîna xwe heta dawî bimeşînin.”   Ji bo têkoşînê bang   Zubeyde li ser polîtîkayên şer sekinî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Siyaseta şer gel berbi xizanî û tunebûnê ve dibe. Em dibînin ku butçeyek mezin ji şer re tê veqetandin. Ji bo gel jî rêjeyek kêm tê veqetandin. Xwendekarên li derve dixwînin neçar dimînin bixebitin. Li qadên cuda îrada gel tê xespkirin. Bi taybet li ser ciwanên kurd zext hene. Bi destê dewletê sîxurî tê ferzkirin. Bila ciwanli dijî van zextan serî netewînin. Em li dijî van zextan banga têkoşînê li hemû kesî dikin.”