Însiyatîfa Gel a Qamişloyê li dijî tecrîdê meşiya 2022-12-21 16:02:10   QAMIŞLO - Însiyatîfa Gel a Qamişloyê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî xwepêşandanek li dar xist.   Însiyatîfa Gel a Qamişloyê xwepêşandanek li dar xist û destnîşan kir ku ew ê têkoşînê bilind bikin û çalakiyên xwe heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bidomînin.   Xwepêşandan ji Çerxerêya Sonî ya Qamişloyê dest pê kir û bi hezaran pêkhateyên navçeyên Qamişloyê; Tirbespiyê, Qamişlo, Til Hemîs, Til Birak û Amûdê, endamên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, şêx û rûspiyên eşîran, endamên TEV-DEM'ê, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, PYD'ê, endamên Kongreya Star û Yekitiya Jinên Ciwanan tê de amade bûn.   Xwepêşandêran wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pankartên "Bimire hêzên komploger, bijî berxwedana Îmraliyê" hildan û banga eşkerekirina rewşa tenduristî ya Abdullah Ocalan kir.   Li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê xwepêşandan vegerî mîtîngê. Li wir hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Rûken Ehmed berxwedana pêkhateyên Qamişloyê pîroz kir û wiha got: "Careke din pêkhateyên Qamişloyê helwesta xwe îsbat kir ku pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan nêz e. Ji ber rêxistinên çewsîner nikarin li hember agir û hêza rêxistinkirina civakê li ber xwe bidin ku ew xwe dispêrin fikir û felsefeya rêberê mirovahiyê."   Rûkenê bang li gel, ciwan û jinan kir ku têkoşînê bilind bikin da ku komployên li dijî Abdullah Ocalan ji nû ve têk bibin.   Rûken Ehmed helwesta CPT'yê, komîteyên têkildar, rêxistinên navneteweyî û bêdengiya wan li hember rewşa Abdullah Ocalan rexne kir.   Li aliyekî din jî şêxê eşîrên El Sade ên Sûriye û Iraqê, Hisên El Sade wiha got: "Rêber Abdullah Ocalan nûnertiya hemû welatparêzerên azad ên li cîhanê dike, ji ber wê dewleta Tirk a faşîst tecrîda li dijî wî giran kiriye da ku dengê rastiyê qut bike."   El Sade wiha domand: "Dema rêber Ocalan hate revandin û tecrîd li dijî wî hate sepandin, tu rêxistinekê heta niha helwesta xwe ya şermezarkirinê li hember van sûcên derqanûnî neanî ziman û îro jî civata navneteweyî li hember sûcên li dijî Rêbertî bê deng e."   El Sade wiha dawî li gotina xwe anî: "Ka em meydanan bi dengên xwe yên şermezarkirina siyaseta tecrîdê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan tijî bikin."   Xwepêşandan bi dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî berxwedana Îmraliyê" bi dawî bû.