Ji bo mîtînga li Edenê belavok hatin belavkirin 2022-12-21 15:02:40   EDENE - Ji bo mîtînga “Ji şer û xizaniyê re na” a ku dê di 24’ê kanûnê de ji hêla Rêxistina HDP’a Edeneyê were lidarxistin amadekarî didomin.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê dê di 24’ê kanûnê de saet di 14.00’an de li Qada Ugur Mumcu bi dirûşmeya “Ji şer û xizaniyê re na” mîtîngekê li dar bixe. Mîtînga ku Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk tev li dibe wê hunermend Cevdet Bagca û Hozan Mertal jî derkevin ser dikê.    HDP’î kolan bi kolan, tax bi tax xebatên xwe yên mîtîngê didomînin. Endamên HDP’ê bi parlamenterên HDP’ê Fatma Kurtulan, Ayşe Surucu, Tulay Hatîmogûllari û Kemal Pekoz re li bazarên semtê yên li navçeyên Seyhan û Yuregîra Edeneyê ji bo mîtîngê belavokên bangê belavkirin.    Di xebatên li gel erbaneyan hatin kirin de HDP’iyan welatî vexwendin mîtîngê.