95 roj in li Rojhilat serhildana ‘Jin jiyan azadî’ didome 2022-12-21 14:55:22     NAVENDA NÛÇEYAN - Serhildana rojhilatê Kurdistan û Îranê 95 roj li pey xwe hiştin û tevî qetilkirina bi sedan kesan û girtina bi hezaran kesan heta niha berdewam e. Duh di roja duwem a grevê de li gelek bajarên Rojhilat grev dewam bû. Her wiha li hinek navçeyên Tehranê duh bi şev xwepêşandan berdewam bû.   Li seranserê rojhilatê Kurdistan û Îranê, xwepêşandan û çalakiyên di 16’ê îlonê de piştî qetilkirina Jîna Mahsa Amînî re destpêkirîn, duh di roja xwe ya 95’an de dewam kir. Serhildana "Jin jiyan azadî' ku bi pêşengtiya jin û ciwan li cîhanê deng vedayî, tevî girtin, îşkence, cezayên bi darvekirinê, gulebaranên raste rast, qetilkirin û komkujiyan bê navber berdewam e.   Duh li ser banga xwepêşanderan, di roja duyem a grevê de li gelek herêmên Rojhilatê Kurdistanê esnafan dukanên xwe nevekirin.   Heman demê de li parkek Zanîngeha Sine hinek xwendevan, bi armanca balkişandina li ser cezayên bi darvekirin û pêkanîna wan, pankartên dirûşmeyên cuda cuda û benên darvekirinên hildan.   Heman şêweyî ji bo balkişandina li ser cezayên bi darvekirinê yên li ser xwepêşandaran tên sepandin, li pirek a bajarê Tehranê, benên darvekirinê hatin hildan.   Duh bi şev her li bajarê Tehranê, di rêjeyek girseyî de xwepêşanderan li hinek navçeyên cuda cuda yên bajar daketin kolanan û dirûşmeyên dijî desthilatdariyê berzkirin. Xwepêşandaran tekezî kirin ku heta digihijin encamekê wê xwepêşandan berdewam bin.   Li taxa Kulşarî ya bajarê Kerec, welatî daketin kolanan û dirûşmeyên dijî desthilatdariyê berz kirin.   Heman awayî li bajarê Gurgan ê bakurê Îranê, ji bo Dr. Ayda Rostemî ku di 12’yê kanûnê de windabibû û di 13’yê kanûnê de cenazyê wê ku bi îşkenceyê jiyana xwe ji dest da bû, merasîmek hat li darxistin. Li gor agahiyan, Ayda Rostemî ji ber ku xwepêşanderên birîndar ên Serhildanê derman dikir, hatibû revandin. Cenazeyê Ayda Rostemî li bajarê Gurgan bi merasîmekê hate definkirin.   Biryare greva giştî û nerazîbûnên giştî yên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê berdewam bin.   Hêjayî gotinê ye ku ji destpêka Serhildana "Jin, jiyan, azadî’ ve, heta niha nêzîkî 470 xwepêşander hatine qetilkirin û zêdetirî 18 hezar kesan jî hatine girtin ku ji vane zêdetirî 30 kesan cezayê bi darvekirinê hatine sepandin û metirsî heye ku cezayê 26 kesên din pêk were. Her wiha heta niha cezayê bi darvekirinê yê 2 kesan hatiye pêkanîn ango xwepêşanderên bi navê Muhsin Şikarî û Mecîd Raza Rehnewerid di demên cuda de li pêşberî gel hatin bi darvekirin.