HDP: Em ê li her derê dengê zarokan bidin bihîstin 2022-12-21 13:09:35     NAVENDA NÛÇEYAN - Hevberdevkên Komîsyona Zarokan a HDP’ê Nûray Turkmen û Huseyîn Kaçmaz bi daxuyaniyekî nivîskî bi bîr xist ku piştî ku keça Yusuf Ziya Gumuş ku damezrînerê Weqfa Hîranurê ye, bi salan e di bin navê "zewacê" de destdirêjî lê hate kirin, li Manîsayê jî dozeke destdirêjiyê eşkere bû.   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkîldarî zêdebûna destdirêjî û destavêtina li zarokan daxuyanî da û got, "Destdirêjiya li zarokan encama polîtîkayên desthilatdariyê ye."Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “ Li Manîsayê zaroka keça a 12 salî piştî ji aliyê du mêran ve destdirêjî lê hate kirin, li cihê zarokan hat bicih kirin û ket bin parastina dewletê. Lê, di bin parastina dewletê de zaroka keç di pavyonan de jî tên xebitandin. Ev yek nîşan dide ku saziyên parastina zarokan û hêzên ewlehiyê çiqas têk çûne. Ji zaroka ku di bin parastina dewletê de hat windakirin, hin jî tu agahî nayê girtin.   Ev mînak hemû nîşan didin ku li Tirkiyeyê bûyerên îstîsmarê çawa bi awayekî sîstematîk tê kirin. Li Tirkiyeyê li mal, dibistan, kolan û hemû qadên jiyanê li ser zarokan îstîsmara zayendî û êrîş hene. Îro zarok di qadên xwe yên jiyanê de ne ewle ne.   Di heman demê de li Amedê Serokê MHP’ê yê Amedê Cîhan Kayaalp ku ji ber êrîşa li ser zarokek tê darizandin, li dadgehê îfadeyên, “Îstîsmar jî be zarok razî ye” tê bikaranîn.     Destdirêjiya li zarokan encama polîtîkayên dijminatiya zarokana a desthilatdariyê ye. Heta sûcên kuştin û îstîsmarên li ser zarokan eşkere nebin wê sûcên li ser zarokan bidomin. Ji bo hemû pirsgirêkên zarokan divê lez û bez çareseriyên çêker bên dîtin. Em Komîsyona Zarokan a HDP’ê ji bo ku hemû cureyên îstîsmar, tundî û kiryarên xerap ên li hember zarokan bi dawî bibe û careke din neye dubarekirin berpirsiyariya xwe ya polîtîk bi cih bînin. Em ê li her derê dengê zarokan bidin bihîstin.”