Doza parêzer Newroz Uysal hat taloqkirin 2022-12-21 12:15:48     AMED - Danîşîna parêzer Newroz Uysal a ku ji ber koma Whatsappê ya di dema qedexeya Cizîrê de tê de bû, dihat darizandin taloqî 15’ê adara 2023’yan hat kirin.   Parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrinê Newroz Uysal a ku di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de ji ber sûcdariya “endamtiya rêxistinê” û dosyayên wê yên ku kirin yek ve tê darizandin li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê 7’emîn danişîna dozê hat dîtin. Newroz ku tevlî dozê nebû, parêzerên wê Gulan Çagin Kalelî û Mehdî Ozdemîr amade bûn.      Dadgehê, mutalaaya ku  di navbera danişînan de hatiye amadekirin bi bîr xist û dest bi danişînê kir. Di mutaalayê de cih hatiye girtin ku di nava KCK’ê de xebatan pêk aniye, di heman demê de panel û çalakiyên ku tevlî bûye di îdîanameyê de wek rêxistinî cih hatiye girtin, ji ber koma Whatsappê ya di dema qedexeya Cizîrê de tê de bûye,  bi îdîaya sûcê “endamtiya rêxistinê” kiriye, hatiye xwestin ku bêcezakirin.     Parêzeran ji bo parastina esasî daxwaza demê û her wiha daxwaza rakirina tedbîra kontrola edlî kirin. Meqama îdîayê daxwaza parêzeran a ji bo rakirina qedexeya derketina derve ya Newrozê red kir.   Dadgehê dozê taloqê 15’ê adara 2023’yan kir.