Rojnameya Xwebûnê 4 salî ye 2022-12-21 10:42:40     AMED - Rojnameya heftana ya bi kurdî Xwebûn ku di 23'yê kanûna 2019’an de dest bi weşana xwe kir, 3 sal li dû xwe hiştin.   Rojnameya heftane ya bi kurdî  "Xwebûn” 4 salî ye. Xwebûn ku di destpêkê de tenê bi awayekî matbayê dihat çapkirin, niha di qada dîjîtal de jî çalak e. "Xwebûn" li Tirkiyeyê tekane rojnameya bi kurdî ye û bi zaravayên kurmancî û kirmanckî weşana xwe dike. Xwebûn ji 12 rûpelan pêk tê û her wiha ji 4 parçeyên Kurdistanê û dîasporayê jî gelek kes tê de dinivîsin.    Rojnameya Xwebûnê ji roja hatiye avakirin heya niha bi dehan caran malpera wê ya medyaya û gelek hejmarên wê jî belesebeb hatine hatine astengkirin. Her wiha ji aliyê polîsên dewletê ve gef li belavkarên wê hatine xwarin. Midûrê Karên Nivîsê yê Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş û edîtorê wê Zeynel Abîdîn Bûlût, di operasyona 8'ê hezîranê de ya li dijî çapemeniya kurdî, tevî 14 rojnamevanan hatin girtin. Lê tevî ev qas zext û zoriyan jî Xwebûn bênavber weşana xwe didomîne û her diçe xurttir dibe.    Edîtora rojnameyê ya serwîsa kirmanckî Nevîn Alkan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) axivî û diyar kir ku her tim êriş li ser çapemeniya kurdî hene û wiha axivî: "Rojname gelek caran hatin astengkirin. Belavkirina wê hat astengkirin. Gef li xebatkarên belavkar hatin xwarin. Têkildarî astengiya li ber belavkirinê me xwest em daxuyaniyê bidin, lê polîsan nehişt û êrişî me kirin. Armanca bêdengkirina Gele Kurd e.   Me 3 sal li dû xwe hiştin û em ketin sala nû. Ji bo hevalên me bên berdan û ji bo ragihandina rastiyê çi ji destê me were em ê bikin. Her tim bibin şopdarê heqîqetê. Em dixwazin ku gelê me bibe şopdarên me û bibin aboneya rojnameyê."