Malbata zaroka ku destdirêjî lê hat kirin: Bêdeng nemînin! 2022-12-21 09:07:47   Sema Çaglak    SÊRT - Li gundê navçeya Perwarî tecawiz bi awayekî sîstematîk li zarokekê hatiye kirin. Dozgeriyê derheqê dozê de biryara neşopandinê da. Malbatê destnîşan kir ku divê tu kes li hemberê vî tiştê bêdeng neminin û kiryar divê bi cezayê herî giran bên darizandin.   Li gundê girêdayî navçeya Perwarî ya Sêrtê, zarokek nêzî 2 sal in bi destdirêhiya Huseyîn Tapar (65) û Hamît Şener (35) re rûbirû maye. Piştî ku bûyer derket holê malbata zarokê gilî li qerekolê kir. Bi vî awayî di 8’ê mijdarê de derheqê wan 2 kesan de doz hatin vekirin. Lê tevî dengê qeydê û îfadeyan di 11’ê mijdarê de ji hêla dozgeriyê biryara neşopandinê hat dayîn.   Di îfadeya zarokê ya li Navenda Şopandina Zarokan de nêzî 2 sal in ev zarok bi awayekî sîstematîk ji aliyê xalê xwe Huseyîn Tapar û Hamît Şener bi tewacizê rû bi rû maye. Her wiha hat zanîn ku bi salan e gef li zarokê hatiye xwarin û ji zarokatiya xwe ve trawma li ser çêbûye. Di çar rojan de ji bo dozê biryar hat dayin û tê diyarkirin ku li ser zarokê bûyerek trawmatîk pêk nehatiye û biryara neşopandinê hat dayîn. Malbat derbarê mijarê de ji ajansa me re axivî û bang li rayagiştî kir.    'Bi bên cezakirin'   Dayika wê destnîşan kir ku keça wê gelek hatiye tirsandin û got: “Keça min ev 2 sal in destdirêjî lê hatiye kirin û ji ber gef xwarinê ji me re tu tiştek negotiye. Keça min bi kuştinê hatiye tehdîtkirin. Em naxwazin tu kes ji vî rewşê re bêdeng bimîne. Bila me tenê nehêlin. Alîkariya me bikin. Keça min ji tirsan nikare derkeve derve. Rewşa keça min ne baş e û em pê gelek diêşin. Em ê li pey doza keça xwe bin. Em ji wan gilîkar in û dixwazin bi cezayê herî giran werin darizandin.”   ‘Bila kiryar bi cezayê herî giran werin darizandin’   Bavê wê jî diyar kir ku divê kiryar bi cezayê herî giran werin darizandin û wiha nêrinê xwe anî ziman: "2 sal in Huseyîn û Hamît tecawizê keça min kirine. Keça min ewilî ji xwişka xwe re gotiye û piştre jî ji hevjina min re gotiye. Min çawa bûre bihist min serî li qerekolê da. Keça min hêj zarok e. Pir hatiye tirsandin. Herdu kes jî li derve digerin û tiştek ji wan re nayê kirin. Keça min ji ber tirsa wan nikare derkeve derve. Divê ew herdu kes li derve bi rehetî negerin. Ew li derve ne û keça min jî li hundir xwe vedişêre. Em dixwazin ew kes bi cezayê herî giran were darizandin û hemû kes dengê xwe bilind bike. Bila alikariya me bikin. Em heya dawiyê li pey doza keça xwe bin.”