Meclîs îsal jî neguherî: Ji şer re butçe hat veqetandin 2022-12-21 09:01:32     Dilan Babat    NAVENDA NÛÇEYAN - Seranserê sala 2022’yan de li Meclîsê der barê jinan de yek pêngavek nehat avêtin. Li şûna navendên xurtkirin û parastina jin û zraokan û derxistina qanûnan, desthilatdariyê îsal jî qanûn û butçeya der barê talan, şer û sermayê derxistin.   Em salek din li pey xwe dihêlin û xebatên meclîsê ji derveyê fêdeya gel û jinan, ji bo mayîndekirina desthilatdariya AKP-MHP’ê bi hezaran qanûn hatin derxistin. Xizanî, betalî, tunebûn, şer, bikaranîna çekên kîmyewî ya li Kurdistanê, tecrîda li ser  Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û li hemû girtîgehan bandor kirin, qanûna sansurê, girtina rojnamegeran û bi dehan pirsgisrêkên din ji aliyê desthilatdariyê ve nayên dîtin.    Cilên negirtin girtîgehê li Lijneya Giştî ye   Yek ji mijara li meclîsê balê dikşîne, cil û bergên ji Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û hevseroka KCD’ê Leyla Guven ya li girtîgeha Jinan a  Elezîzê dimîne hatin şandin, bi hicneta rengên kesk, sor û zert êde ye negirtin girtîgehê. Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş  cil û berg di lijneya Giştî de li xwe kir û bertek nîşan da.    Malbata Gulîstan Doku li meclîsê ye   Xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku di 5’ê çileya 2020’an de li Dêrsîmê winda bû. Dayika Gulîstanê Bedriye, bavê wê Halît û xwişka wê Aygul Doku çalakiya Nobeta Edeletê ya li Dêrsîmê dabûn destpêkirin birin Enqereyê ber meclîsê. Malbat bi partiyên koma wan li meclîsê heye hevdîtin kirin û bang kirin ku Gulîstan bê dîtin.  Malbatê li ber meclîsê çalakiya runiştinê pêk anî. Lê polîsan destur nedan û malbat derb kirin. Malbat çû ber Wezareta Dadê û li wir çalakî domandin. Lê li wir jî hatin derbkirin. Tevî daxwaza malbatê nehiştin bi wezaretê re hevdîtinê bikin.   Egîtîm Sen negirtin Meclîsê   Endamên Sendîka kedkarkên Zanîn û Perwerdê (Egîtîm Sen), ji bo betalkirina Qanûna Pîşeyî ya Mamostetiyê (OMK) îmze kom kirin û ji bo bibin Meclîsê çûn ber deriyê Meclîsê. Serokê Meclîsê Mustafa Şentop nehiştin bikevin meclîsê.   Parlamenteriya Semra Guzel hat xistin   Di serê sala 2022’yan de parlamentera Amedê ya HDP’ê Semra Guzel bû hedef.  Wêneyê ku Semra Guzel bi destgirtiyê xwe Volkan Bora yê HPG’î re di pêvajoya çareseriyê kişandibû, hat lînçkirin û piştî demekê destnedana wê hat rakirin. Piştî Semra Guzel û parlamenteriya Tugba Hezer ya HDP’î jî hat xistin.   Ji bo rakirina destnedana Salîha Aydenîz ji komîsyon hat gel hev. Bi dengên parlamenterên AKP-MHP û Îyî Partî destnedana wê hat rakirin.   Qanûna Sansurê ket meriyetê   Hevdîtinên sererastkirinên nû yên çapemeniya enternet û medyaya dîjîtal ku di raya giştî de wek “Qanûna sansûrê” tê pênasekirin, di Meclisê de bi dengên AKP û MHP’ê hat erêkirin û 11’ê cotmehê de ket meriyetê.   Çetîn Dedeoglullari li Meclîsê ye   Li Konyayê di 30’ê Tîrmeha 2021’ê de tetikkêş Mehmet Altun, malbata Dedeogullari qetil kir û yekane kesê ji malbatê sax ma Çetîn Dedeogullari, çû serdana partiyên siyasî yên koma wan li meclîsê ye û xwest ligel kujer kesên di bûyerê de bên lêkolînkirin.    Qanûna Elewitiyê di meclîsê de derbas bû   Bi biryarnameya Serokomariyê re di bin Wezareta Çand û Turîzmê de Serokatiya Malacem û çandê ya Alevî-Beştaşî hat avakirin û îlana wê di 9’ê mijdarê de di rojnameya fermî de hat weşandin. Di 17’ê mijdarê de bi qanûna tûrik a ji meclîsê derbas bû rêveberî û hemû faliyetên Malacemê bi vê saziyê ve hat girêdan.   Ji bo parlamenterê lingê wî şikest meşiyan serokatiya meclîsê   Serokwekîlên Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Saruhan Uluş, Berdevka meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başar û gelek parlamenter berbi Serokatiya Meclîsê meşek pêk anîn. Parlamenteran li dijî êrişa li hember parlamenter Habîp Eksîk û Saît Dede yên li Geverê polîsan êrîş kiribûn bang li serokê meclîsê Mustafa Şentop kir ku bêdeng nemîne.    Balkişandin ser rewşa rojnamegeran   Yek ji mijarên hat rojeva lijneya giştî girtin û binçavkirinên xebatkarên çapemeniya azad bû. Li Amedê 16 rojnamegerên hatin girtin birin rojeva meclîsê û her wiha 9 kesên di 25’ê cotmehê de li Enqereyê hati ngirtin birin lijneya giştî.   Dirûşma Jin Jiyan Azadî hat sansurkirin   Gotinên Omer Ocalan yên di Lijneya Giştî ya Meclîsê de ku der barê qetilkirina Jîna Emînî de axivî û got ‘Jin Jiyan azadî’ û ‘Bijî berxwedan û bijî azadî’ nexistin girtekên meclîsê.   Der barê bikaranîna çekên kîmyewî de lêkolîn   Yek ji mijarên din ya hat rojeva meclîsê bikaranîna çekên kîmyewî ya li hember gerîlayên HDP’ê bû. Ewil di komîsyona Butçeyê de hat ziman û her çiqas AKP îdia bike ku çek bikar neaniye jî gelek parlamenterên AKP’ê gotin çi hebe bila bê lêkolînkirin lê tu pêngav nehat avêtin.   Çi karê TSK’ê li Efrînê heye   Bi butçeyên Wezareta Karê Hundir de navbera CHP û Suleyman Soylu de nîqaş derketin. Ji bo pirsa ‘Çi karê TSK’ê li Efrînê û Rojava heye?’ Soylu bi heqeretê bersiv da partiyên muxalefetê.    Bêtehemuliya li hember kurdî   Wek her demê di vê pêvajoyê de jî di Lijneya Giştî de bêtehemuliya hember kurdî berdewam kir.    Remziye Tosun hedef nîşan da   Di hevdîtinên butçeya Wezareta Karê Hundir de parlamenter Rezmiye Tosun ji bo tecrîd bidawî be û şer biqedin laçika xwe avêt erdê û piştî Suleyman Soylu Remziye Tosun hedef nîşan da.   Pêşnûmeya sergirtinê pêşkêşî meclîsê kirin   Di meha Kanûnê de ji bo sergirtin bikeve destura bingehîn pêşnûme qanûn hat dayîn. Di 9’ê Kanûnê de pêşnûme di hevdîtinên lijneya giştî ya butçeyê de anîn rojevê.    Ji bo şer ji sedî 98 zêde kirin   Hevdîtinên Pêşnûme Qanûna Butçeya Navendî ya 2023’yan di 16’ê kanûnê de bidawî bû. Butçeya ku ji bo jin, ciwan, karker û kedkaran nehat veqetandin ji bo şer ji sedî 98 zêde kirin û 470 mîlyar hat veqetandin. Her wiha dîsa wezareta ku herî zê de bersiv neda pêşnûme pirsan wezareta dadê bû.    Ji bo HDP’ê 214 fezleke hatin amadekirin   Di 27’emîn dema Meclîsê de 4534 Pêşnûme Qanûn hatin kirin û ji van 263 bûn qanûn.  Di vê demê de 256 fezleke hatin dayîn. Ji van 214 heb der barê HDP’ê de hatin amadekirin.