Encamnameya civîna Kongra Star hat aşkerakirin 2022-12-20 14:42:07     NAVENDA NÛÇEYAN - Encamnameya civîna salane ya Kongra Star hat diyarkirin. Di encamnameyê de hat diyar kirin ku jin dê bi dirûşma “Nabe jin bê rêxistin bên hiştin” dê têkoşîna xwe bidomînin.    Di 15-16`ê kanûnê de Meclisa Kongra Star bi amadebûna 100 endamên meclisê û berdevkên komîteyan, li navenda xwe ya li Qamişloyê civîna xwe ya salane li dar xist. Encamnameya civînê îro li ser malpera fermi ya Kongra Star hat ragihandin.   Di civîna salane de rewşa siyasî, rewşa rêxistinî, rewşa jinan, rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, mekanîzmaya xebatên Meclisa Kongra Star ên sala 2022`yan hatin nirxandin.   Beşdarên civînê bal kişand ser rewşa siyasî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û cîhanê û hate gotin: “Ji ber Şerê Cîhanê yê Sêyemîn, cîhan di krîzên siyasî, aborî, civakî, çandî û ekolojî re derbas dibe. Herêma Rojhilata Navîn bûye qadeke şerê welatên hegemonîk, gelê herêmê jî bûye qurbaniyê van şeran.”   Di axaftinan de hat destnîşankirin ku navenda vî şerê di navbera NATO, Çîn û Rûsyayê de; Sûriye, Ukrayna û Îran e û hat diyarkirin ku dewleta Tirk jî her carê hewl dide sûdê ji van şeran wergire da ku desthilata xwe berfireh bike û temenê xwe dirêj bike.   Beşdaran îşaret pê kir ku dewleta Tirk li herêmê rêbaz û siyaseta qirkirina komî li dijî Gelê Kurd dimeşîne, êrişên hovane li dijî Gelê Kurd û gelên herêmê û dostên wan pêk tîne û herêmên Kurdan û hêzên gerîla dike hedef.   Her wiha îşaret bi vê yekê kirin ku şer herî zêde bandorê li jinan dike û wiha hat bi lêv kirin: “Her ku tundî zêde dibe, zexta li ser jinan zêdetir dibe. Li aliyê din rê li ber tevger û rêxistinên jinan vedibe da ku li hember sîstemên cinsiyetparêz serî hildin û têkoşîna hevpar bidin meşandin. Şoreşa Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi serkêşiya jinan bû.”   Beşdaran bal kişand ser berxwedana jinan a li hemberî siyasetên pergalên serdest û wiha hat destnîşan kirin: "Berxwedana jinan a di girîgehên faşîzma AKP'ê de veguheriye berxwedaneke cîhanî ye. Li Sûriyê jî jinan siyasetên dûrxistina wan ji qada siyasî de teşhîr kirin.”   Beşdaran her wiha îşaret bi pêkanîna sîstema hevserokatiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û diyar kir ku ev sîstem yek ji destkeftiyên jinan e û di dîroka cîhanê de gaveke nû ye.   Di civînê de behsa tecrîda giran a li ser rêber Abdullah Ocalan hat kirin û ev tişt hat ziman: "Tecrîd beşek ji siyasetên pergala global e. Ev tecrîd li dijî hemû rêgez û qanûnên mafên mirovan e." Beşdaran ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan banga serhildanê û lidarxistina çalakiyan kirin.   Di civînê de asta birêxistinbûyîna jinan hat nîqaşkirin. Jinan diyar kirin ku jin hîna dibin qurbanên zihniyeta mêrê serdest, urf û adetên kevnar û wiha nêrînê xwe anin ziman "Ev yek eşkere dike ku xalên lawaz di xebatên jinan û rêxistinbûyîna wan de hene. Bertek û nerazîbûnên giran ên desthilata mêr ê serdest li hemberî modela hevserokatiyê heye. Ji ber vê yekê divê jin asta têkoşîna xwe xurt bikin û destkeftiyên xwe biparêzin.”   Di civîna salane ya Meclisa Kongra Star de gelek pêşniyar derketin pêş:   * Têkoşîna wekheviya di navbera her du zayendan de mijara perwerde û xebatê ye. Teqezî li ser mijara perwerdeya xweser bi rêya xwendinê, xwepêşxistin û sekna li hemberî zîhniyeta serdestiya mêran hate kirin.    * Sûcên qetilkirina jinan bi rêya xwegihandina hemû jinan were tunekirin û dirûşma "Nabe jin bê rêxistin bimînin" esasê kar were girtin.   * Ji bo parastina modela hevserokatiyê, dosyayek were nivîsandin û perwerde li ser vê modelê were dîtin.    * Têkoşîna zayendî were domandin. Divê hemû jin di hemû qadan de xwe pêş bixin.    * Divê komîteyên jinan werin avakirin, komîn werin avakirin û komîteyên aborî werin pêşxistin. Her wiha divê pirsgirêkên aboriya jinan werin çareserkirin.    * Divê jin di rêxistinên jinan de werin birêxistinirin da ku nasnameya wan a taybet hebe.    * Divê komîteyeke were avakirin ku belgeyan li ser mijara hevjiyana azad amade bike û bixe xizmeta civakê.   * Her wiha pêşniyarek têkildarî pêşxistina zanista ekolojiyê hebû. Hate gotin ku divê ev mijar ji pirsgirêka têkoşîna zayendî neyê qutkirin û mecliseke ekolojiyê di demeke nêzîk de were avakirin.