Gultan Kışanak: We îradeya gel desteser kir 2022-12-20 14:37:38     ENQERE - Hevşaredara Amedê ya berê Gultan Kişanak diyar kir ku ji bo qeyûm were tayînkirin ew hatiye girtin û got: “Ewilî biçin wê deqa reş a li eniya xwe paqij bikin, biçin ji qeyûmên xwe hesab bipirsin.”    Danişîna 20’emîn a Doza Kobanê di roja duyemîn de li eywana danişînê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin. 17 jê girtî 108 siyasetmedar ji dozê tên darizandin. Bi piraniya van siyasetmedaran endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê ne. Her wiha Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nava 17 siyasetmdarên girtî tên darizandin de cih digirin.    Danişîn ji aliyê 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ve tê birêvebirin. Girtiyên li Girtîgeha Sîncanê tev li danişînê bûn û siyasetmedarên girtî yên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Rêveberên HDP’ê û parêzer dozê dişopînin.    Îfadeyên bi nakok   Di danişînê de ewilî ji parêzerên dozê Kenan Maçoglû li ser îfadeyên binakokî yên şahidê veşarî “Ûlaş” axivî û got tevî ku îfade binakokî ne jî lê îfadeyên wî esas tên girtin. Maçoglû destnîşan kir ku hemû beyanên şahidê navê wî Merdan Ruştuovalioglû derew in û ew heyetê dixapîne û xwest beyanên wî bên lêkolînkirin.     Parêzer Cîhan Aydin jî destnîşan kir ku Wezîrê Karên Navxweyî ji bo dozê hem muştekî hem jî delîlan berhev dike û got ew van muştekî û delîlan qebûl nakin.    Piştre Hevşaredara Amedê ya berê Gultan Kişanak li cihê ku parastina wê nîvco mabû berdewam kir.     Gultan destnîşan kir ku ew ji ber sedemên siyasî girtî ne û tên darizandin û got: “Ev doz dozek siyasî ye, her kes wisa dizane. Viya bi biryarên DMME’yê eşkere bû. Îktidarek ku ji bo bekaya partiya xwe bidomîne dixwaze pêşî li têkoşîna partiyekî ya ji bo demokrasiye bê girtin. Heke ez nehatima girtin wê îktidarê qeyûm tayînî şaredariyê nekira. Vê îktidara ku şaredarî desteser kiriye, Vê îktidarê şaredarî desteser kiriye û min girtin. Gelo yên ku delîlên sexte derxistine kî ne? Ez dibêjim bila polîs vê lêkolîn bike lê hûn red dikin.”    'Ji bo ku pereyên xelkê bixwin qey hatine tayînkirin?'   Gultan bal kişand ser bêrêbaziyên qeyûmên Şaredariya Amedê ku di îhaleyan de kirine û wiha got: “Ev pergal pûç bûye. Ev pergal tenê îradeya kurdan tune dihesibîne. Ew kesên ku îradeya kurdan tune dihesibînin şermezar in. Min xerckirina du fatûreyên li ser navê xwe dît û min nerazîbûn nîşanî vê da. Ji ber ku min wê bertekê nîşan da ez îro li vir im. Lê belê qeyûm fatûreyên sexte amade dikin û pere jî berdidin berîka xwe. Lê kes ji wan hesab naxwaze. Ne guneh e ku pereyê vî xelkî pêşkêşî alîgirên xwe dikin. Ji bo ku pereyên xelkê bixwin qey hatine tayînkirin? We qeyûman, dizekan û rantxwiran li wir tije kirine. We îradeya xelkê desteser kir. Lê hûn ji min re dibêjin, ‘terorîst2. Ewilî biçin wê deqa reş a li eniya xwe paqij bikin û ji qeyûmên xwe hesab bipirsin. Ka bipirsin çiqas alîgir girtine wir. Çi talan kirine çi nekirine. Heke hûn li hesabê vê yekê nepirsin wê ev pergala rizyayî her tiştî biqedîne. Her tişt bi derewek, bi diziyek dest pê dike. Îradeya gel desteser kirin, demokrasiya xwecihî ji holê rakirin û şert û mercên pêkanîna aştiyê ji holê rakirin.    Piştî beyanên Gultan dadgehê navber da danişînê.