Çalakiya Malbata Şenyaşar 652 roj in berdewam dike 2022-12-20 13:09:25     RIHA - Çalakiya "Nobeta Edalete" ya Malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê berdewam dike û di çalakiya îro de wiha hat gotin: "Têkoşîna me ya edaletê nayê astengkirin, her hewldana li ser astengkirinê bêedaletiyek e.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar a di 9’ê adarê de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 652’yemîn de berdewam dike. Malbatê bi wesayîta xwe ya li ber deriyê edliyeyê ve pankarta li ser “Edalet” dinivîsî daliqand û dest bi nobeta xwe kir.    Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal de ev peyam parve kir: “Têkoşîna me ya edaletê nayê astengkirin, her hewldana li ser astengkirinê bêedaletiyek e. Heta ku bêedaletî bidome wê nobeta me berdewam bike.”