Li Sêrtê tecawiza sîstematîk li zarokekê hat kirin 2022-12-20 11:33:36   SÊRT - Li gundê navçeya Perwarî tecawiz bi awayekî sîstematîk li zarokekê hatiye kirin. Dozgeriyê derheqê dozê de biryara neşopandinê da.   Li gundê girêdayî navçeya Perwarî ya Sêrtê, zarokek nêzî 2 sal in bi destdirêhiya Huseyîn Tapar (65) û Hamît Şener (35) re rûbirû maye. Piştî ku bûyer derket holê malbata zarokê gilî li qerekolê kir. Bi vî awayî di 8’ê Mijdarê de derheqê wan 2 kesan de doz hatin vekirin. Lê tevî dengê qeydê û îfadeyan di 11’ê Mijdarê de ji hêla dozgeriyê biryara neşopandinê hat dayîn.   Di îfadeya zarokê ya li Navenda Şopandina Zarokan de nêzî 2 sal in ev zarok bi awayekî sîstematîk ji aliyê xalê xwe Huseyîn Tapar û Hamît Şener bi tewacizê rû bi rû maye. Her wiha hat zanîn ku bi salan e gef li zarokê hatiye xwarin û ji zarokatiya xwe ve trawma li ser çêbûye.   Di çar rojan de ji bo dozê biryar hat dayin û tê diyarkirin ku li ser zarokê bûyerek trawmatîk pêk nehatiye û biryara neşopandinê hat dayîn.