Rûniştina Çaglar Demirel hat taloqkirin 2022-12-20 11:23:50     AMED - Rûniştina Serokwekîla Koma HDP'ê ya berê Çaglar Demirel a bi îddiaya "heqareta li serokkomar" hat dîtin, hat taloqkirin.    2'yemîn rûniştina doza Serokwekîla Koma HDP'ê ya berê Çaglar Demirel a bi îddiaya "heqareta li serokkomar" hatibû vekirin li 5'emîn Dadgeha Cezayê Esliyeyê hat dîtin. Çaglar ji ber nexweşiya Covid 19'ê mazereta xwe ragihand û tevlî rûniştinê nebû. Parêzer Serdar Çelebi di rûniştinê de amade bû.    Serdar, daxwaz kir ku mazereta muwekîla wî bê qebûlkirin.   Dadgeha şandeyê mazereta Çaglarê qebûl kir û rûniştin taloqî 2'yê Sibata 2023'yan kir.