ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2022'YAN 2022-12-20 09:00:00     * Em di bin siya şer û talanê de dikevin sala 2023’yan û parêzvanên mafê mirovan sînyala ku wê bi têkoşînê bikevin 2023’yan didin û bal dikeşînin ser têkoşîna hevpar. PANORAMA   *Jinên esnaf ên ku derbarê buhabûnê, axivîn gumanên xwe parve kirin û gotin: “Sîstema heyî hêvî ji bo me nehiştiye. Tenê hêviyek maye ew jî guherîna sîstema heyî ye. Wê encex, wê demê sala 2023’yan bi aramî derbas bibe.” DÎMEN HEYE   *Jinên Wanê diyar kirin ku li hember êriş û polîtîkayên tecrîdê yên desthilatdariyê wê tu car dest ji têkoşînê bernedin û her tim li kolanan bin. Berfîn Kuşman wiha got: “Dibe ku çalakiyên nobetê bidawî bibin. Lê çalakiyên me wê li kolanan bidome. Nobeta Edeletiyê ne dawî berovajî vê wê dest pêk be.” BI DÎMEN