Daneşîna 1'emîn a doza Semra Guzel hat dîtin 2022-12-19 15:45:13     ENQERE - Heyeta Dadgehê, ji bo parlamentera HDP'ê Semra Guzel a ku girtî tê darizandin hejmara parêzeran bi sînor kir.     1'emîn danişîna doza Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel ku di 3'ê Îlonê de ji ber hin wêneyên di dosyaya lêpirsîna ku derbarê wê de hatibû vekirin li çapemeniyê hatin belavkirin û parêzbendiya wê hat rakirin, li 22'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin.   Li gel Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran û parlamenterê HDP'ê Huseyîn Kaçmaz gelek kes tevli daneşînê bûn.   Hejmara parêzeran bi sînor kirin   Di daneşînê de heyeta dadgehê ji bo parastina semrayê hejmara parêzeran bi 3 kesî bi sînor kir. Parêzeran li dijî biryarê îtîraz kirin. Ji parêzeran Sînem Coşkun got, "Parlamenter îna jî parlameneter e û bi sînorkirina parêzeran  dijhiqûqî ye."   Makamê îdayê ku derbarê îtîrazê de mafê axftinê girt, diyar kir ku bi sînorkirin li gorî mevzuatê ye û xwest ku îtîraz bên redkirin.   Heyeta dadgehê jî daxwaza parêzeran red kir û biryara ku herî zêde 3 parêzer dikarin parastina Semrayê bikin da.    Daneşîn bi tespîta nasnameyan hat destpêkirin. Semra bi rêya Pargala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevli daneşînê bû.   Duruşma kimlik tespiti ile başladı. Semra, duruşmaya Ses ve Görüntü Bilişim Sistemi (SEGBİS) ile katıldı.   Parêzer Eylem Arzu Kayaoglu, xwest ku lêpirsîn bê rawestandin.    Makamê Îdayê biryara redkirina daxwazê da û serokê dadgehê jî got ku bila daxwaz di daneşîna piştî vê de bê nirxandin.   Piştre makamê îdayê, di mutalaya xwe de xwest ku rewşa girtî ya Semrayê bidome.   Semra: Ev doza kumpasê ye   Semra di destpêka parastina xwe de got, "Ez gelê me yê têkoşer silav dikim" û got ku piştî bi salan servîskirina van wêneyan û li gorî demê serwîskirina wan nîşan dide ku ev doza ya kumpasê ye.    Parêzer Semra Doganoglu jî diyar kir ku ku piştî şîroveya îqtîdarê muwekîla wê hatiye girtin.   Piştî îfadeyan heyeta dadgehê biryara berdewamkirina girtina Semra, xwest nirxandina hin daxwazan di rûniştina pêş de bê kirin, şahidê veşartî Ezel ji bo daneşînê bê amadekirin û daxwaz kir ku derbarê rakirina parêzbendiya Semrayê de ji Sekreteryaya Giştî ya Meclisê re nivîs bê nivîsandin.    Daneşîn hat taloqkirin   Daneşîn taloqî 20'ê Sibata 2023'yan hat kirin.