'AKP her ku winda dike êrişî kurdan dike' 2022-12-19 15:02:03     NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişa polîsan a li Stenbolê ya li hemberî welatiyan û hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Ferhat Encu bi çalakiyan li gelek bajaran hatin şermezarkirin û hat diyar kirin ku AKP her ku winda dike, krîzê giran dike û êrişî kurdan dike.    Malbatên girtiyan ên Stenbolê bi mebesta berdana girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin, ev saleke çalakiya Nobeta Edaletê dikin. Malbatan, çalakiya xwe bi meşeke girseyî ya li Kadikoy a Stenbolê duh bi dawî kirin. Meş, bi pêşengtiya malbatên girtiyan, endam û rêveberên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re ya Marmarayê (MATUHAY-DER), Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Kesên Xizmên Xwe Windakirin re ya Anatoliyayê (ANYAKAYDER) û Hêzên Têkoşîna Yekbûyî (BMG) û bi dirûşma “Ji bo girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin azadî, bila tecrîd bi dawî bibe” duh hate lidarxistin.    Polîsan şimaqek li Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Ferhat Encu dan û xeberên zayendî ji parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê û rojnamevanan re gotin. Kameramanê Arti Tv’yê Mehmet Zekî Kaya yê ku dema polîsan şimaqek li Ferhat Encu dan kişand hate binçavkirin, polîsan li erdê pêhn li nûçegihan Ûmût Taştan dan. Dayikên girtiyan bi êrişeke tund hatin binçavkirin. Her wiha Polîsan êriş bir ser girseyê û 69 kes bi îşkenceyê hatin binçavkirin. Serê sibê kesên ku hatin binçavkirin hatin berdan. Bertek û nerazîbûnên li hemberî êrişan didome. Li Wan, Colemêrg, Agirî, Êlih, Hatay, Edene û Mêrsîn çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin.    Wan     Rêxistina HDP'ê ya Wanê, li ber Perîhan AVM'ê daxuyaniyek da û pankarta bi nivîsa "Em ê ne Roboskî ne jî sîleya li Ferhat Encu hate xistin ji bîr bikin, hûn ê hesa bidin" hate hildan. Hevseroka HDP'ê ya Wanê Handan Karakoyûn êrîş bi "bêexlaqiyê" pênase kir û got, "Êriş ne ji rêzê ye. Desthilatdarî bi zimanê xwe û cihêkariyê, dibe sedema van êrîşên qirêj. Em dibînin ku polîs di gelek çalakiyên civakî de êrîşî gel û hilbijartiyan dikin." Handan got, "Ne polîtîkayên we yên tecrîdê ne jî siyaseta we ya cihêkirinê wê nikaribe pêşî li têkoşîna siyasî demokratîk a gelên me bigire."   Colemêrg      Rêxistina HDP'ê ya Colemêrgê jî li ber avahiya partiyê daxuyaniyek da û nerazîbûn nîşanî êrîşê da. Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Saît Dede got, "AKP her ku winda dike, krîzê giran dike û êrişî kurdan dike. Di şexsê Ferhat Encu de sîle li Gelê Kurd hatiye xistin. Ne tenê li Gelê Kurd, her wiha li muxalefetê hatiye xistin. Bûyera ku doh qewimî, nêzîkatiya rasteqîn a AKP'ê ya li hemberî Kurdan e. Sîleya herî mezin em ê di hilbijartinê de li desthilatdariya AKP'ê û maşikên wan bixin."   Agirî    Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê, li be avahiya HDP'ê daxuyaniyek hate dayin. Hevserokê HDP'ê yê Bazîdê Serhat Ceylan got: "Sîleya ku Ferhat Encu hate xistin li tevahiya gelê Kurd û hêzên demokrasiyê hatiye xistin. Polîtîkaya dijminatiyê ya ku desthilatdariyê afirandiye, hêzên çekdar gihandiye wê astê ku zêdegaviyê bikin. Polîsên ku pişta xwe dispêrin desthilatdariyê êrîşî her kesan dike yên li maf û edaletê digerin."   Êlih      Çalakiya şermezarkirinê li ber avahiya HDP'ê ya bajêr hat lidarxistin. Di çalakiyê de pankarta "Êriş nikarin me bidin rawestandin" vekirin û êriş şermezar kirin.    Edene     Li Edeneyê jî çalakiya şermezarkirinê li ber avahiya ÎHD'ê pêk hat û êrişa li hemberî girse û Ferhat hat şermezarkirin.    Hatay      Rêxistina HDP'ê ya navçeya Îskenderûnê li ber avahiya xwe daşuyaniyek da û da zanîn ku êriş li hemberî Gelê Kurd pêk hatiyê û vê tiştî yek car şermezar dikin. Her wiha Rêxistina HDP'ê ya bajêr jî li ber avahiya xwe çalakiya şermezarkirinê li dar xist.    Mêrsîn      Rêxistina HDP'ê li Parka Zarokan a Azad kom bû, li vir daxuyaniyek da çapemeniyê û bal kişand ser êrişan. Di çalakiyê de hat diyar kirin ku êriş li hemberî siyaseta demokratîk pêk hatiye.