Zaroka hatibû binçavkirin ji ber destdirêjiyê jiyana xwe ji dest da 2022-12-19 11:32:28     NAVENDA NÛÇEYAN -  Hate hînbûn ku zaroka 14 salî ya ku li Tahrana paytexta Îranê di navenda polîsan dibin çavan de dihat girtin, di encama destdirêjiyê de jiyana xwe ji dest da.   Bi deh hezaran kes bi îdiaya tevlî xwepêşandanên piştî qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê polîsên exlaqê ve li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dest pê kir û ji 16’ê Îlonê ve bir didome bûne, hatin binçavkirin. Hejmarek zêde zarok jî hatin binçavkirin û girtin.   Li gorî parêzvanên mafên mirovan, li Tahranê keçeke 14 salî li navenda binçavkirinê jiyana xwe ji dest da. Hat îdîakirin ku zarok di encama destdirêjiya li navenda binçavkirinê rast hat de, jiyana xwe ji dest da.   Parêzvanên mafên mirovan a agahiya zaroka 14 salî ji ber cilê xwe yên dibistanê derxistiye hatiye binçavkirin parve kir, diyar kir ku keça bi navê “Masume” li taxên xizan ên Tahranê dijî.