Melanîe Gîngell: Bila OPCW peywira xwe bike 2022-12-19 09:03:32     ENQERE - Parêzvana mafê mirovan parêzer Melanîe Gîngell bal kişand ser peywira OPWC'ê û got: “Ger em behsa serlêdana rêxistineke ku ji aliyê dewletekê ve ya li OPCW’ê tê kirin,  bikin, gelo Kurdên ku dewleteke wan tune wê çawa serlêdanê bikin? Me hinek tespît kirin. Peywir û armanca OPCW'ê lêkolîn e. Em bang dikin ku peywira xwe bikin.”   Di êrîşên Tirkiyeyê yênli hember Kurdan de daneyên ku çekên kîmyewî tên bikaranîn hene. OPCW û rêxistinên navneteweyî  şandina ekîbekê ya ji bo herêmê red dikin û STK, rayedarên Kurd, gundî, pêşmeber û kedkarên tenduristiyê diyar dikin ku çekên kîmyewî tên bikaranîn.    Ji Kampanya Aştiyê ya ji bo Kurdistanê (Peace în Kurdistan), parêzvana mafê mirovan parêzer Melanîe Gîngell der barê bikaranîna çekên kîmyewî, kampanya dimeşînin û fosfora ku Îngîlîstan ji Tirkiyeyê re peyda dike, axivî.   *Tirkiye saleke li hember Zap, Metîna, Avaşîn û gelek herêmên Kurdistanê êrîşan pêk tîne. Gelek dîmen derketin holê. Hûn mijarê çawa dinirxînin?   Doktoran li dijî Çekên Nukleerê ya Navneteweyî, li herêmê serdanek pêk anîn. Dr. Severî û Dr. Van Aken çûn herêma Kurdistanê. Çûyîna wan hat astengkirin, lê dîmen û wêne b idest xistin. Xwe gîhandin şahidan jî. Gelek roportaj kirin û wêne –vîdeo lêkolîn kirin. Di mijara ku gaza çavan dişewitîne de hatiye bikaranîn de zelal bû. Li wê qadê gelek çek hatin bikaranîn. Di encamê de mirin pêk hatin. Çekên kîmyewî hatin qedexekirin. Bikaranîn li dijî peymanên navneteweyî ne. Doktorên çûn gotin çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Di raporan de jî derket holê. Doza Seroka Yekitiya Tabîbên Tirk jî heye. Ev hemû gelek tiştî vedibêjin ji xwe.   *OPCW û NY’ê şandina ekîban a ji bo herêmê red kir. Hûn vê helwesta OPCW'ê çawa dinirxînin?   Lêkolîn peywira wan e. Redkirina wan hinek pirsan tîne hişê mirovan. Pirsgirêkên mezin tîne hişê mirovan. OPCW biryarek negirtiye. Welatên îmze avêtine binê Peymana Çekên Kîmyewî ger ku nehêle ev bê rojevê  wisa tê kirin. Lê heta niha tu dewletê ji OPCW'ê ev nexwestiye. Em nikarin bêjin ev tenê ji OPCW'ê diqewime. Li gorî min ev dewletên ku îmze avêtiye binê peymanê eleqeder dike. Li gorî peymanê tev nagerin. Çima gelo? Li pişt perdeya vê sedemên siyasî hene. Tirkiye, endamê NATO’yê ye û xwedî artêşa herî mezin a duyemîn e. Di asteke xurt de ye. Tevî hemû delîl li holê ne tiştekî bi Tirkiyeyê nakin.   *Mekanîzmayên têkoşîna li dijî sûcên şer gelo têr dikin an na? Mafê gelên bê dewlet dikevin qada peywira van saziyan?   Ev pirsgirêkek mezin e. Lê riyên din ên dikarin lêpirsîn bê destpêkirin hene. Sekreterekî Giştî yê NY’ê dikare mijarê hewaleyê OPCW'ê bike. Ger sekreterê Giştî yê NY’ê mijarê cidî bigire wê serkeftin hebe. Lê rewş tevlihev e. Ev ji berê de pirsgirêk bûn. Di hevdînên aştiyê ya Sûriyeyê de teşeyê temsîlkirina Kurdan jî bû pirsgirêk. Ji ber vê ne hêsan e.  Em dewleteke ku li hember mijara Kurd sempatiya wê heye bibînin wê dewletên aliyên sêyem serlêdan bikin. Dikaribûn li ser navê Kurdan biaxiviyane. Lê ev ne hêsan e. Em dizanin ku rewş zelal e.    *Wek Jan Van Aken, berê jî doktorên dildar çibûn herêmê lê PDK’ê nehiştibû. Hûn çawa li vê helwestê dinêrin?   Di navbera Tirkiye û PDK’ê de lihevkirinek heye. Wek Dr. SEverî û Dr. Van Aken gelek kes û komên din xwestin biçin herêmê. Li herêmê mirovên ku pêşî li van astengiyan bigirin gelek in. Lêr nake. Riya vê ev e ku divê zêdetir têkoşîn hebe. Lê bêguman wisa ne hêsan e. Li gorî min divê ji bo hikûmeta Iraqê bang bên kirin. Ji bo hikûmet karê xwe bike em dikarin zextan li ser bikin.   *Derket holê ku Îngîlîtsanê di 2019’an de 70 heb ruhsatên muhîmata fosforê dane Tirkiyeyê. Her tim projeyên DYA û Rûsyayê tê axaftin, lê li aliyê din jî firotina fuzeyan a Îngîlîstanê heye. Îngîlîstan temeşavanê şer e an jî alî ye?    Em nikarin bêjin ku çekan ji Tirkiyeyê re peyda nakin. Heta ku peyda bikin ji rewşa herêmê jî agahdar in. Em dizanin ku di vir de dûrûtiyek heye. Der barê mafên mirovan ên Rojhilata Navîn de gelek gotinan dibêjin lê der barê piştgiriya van îfadeyan de tu hewldanek tune ye. Hikûmeta me di meha Kanûnê de daxuyakiyek xurt da. Em niha dibêjin ku temam, ji wê demê de xebat pêş ketine. Niha der barê rastiya van îdiayan de dane û tespîtên me hene. Ji ber vê jî hûn peywira dikeve ser milê xwe bikin. Me hinek dane dan we. Niha vana bigirin û  peywira xwe bîne cih. Em dixwazin ku hikûmeta Îngîlîz a di vê mijarê de soz daye, soza xwe bîne cih.   *Di bin navê têkoşîna li dijî terorê de kampên penaber û herêmên sivîl bombebaran kirin. Li herêmê koçberkirin û krîza mirovahiyê gur kirin. Li gorî we armanca vê projeyê çiye?   Armanca Tirkiyeyê ev e ku serjimara Kurd ji herêma sînorê Sûriyeyê derxe û serjimarek etnîk a din bi cih bike. Ev rast e, ev paqijiyek e û ev sûcê li dijî mirovahiyê ye. Aşkera ye ku ev sûc e. Sûcê navneteweyî ye. Aşkera ye ku êrîşa li Taksîmê kirine hincet û li dijî Sûriyeyê dest bi êrîşan kirine.  Êrîşa li Taksîmê kirin hincet. Tu komele li herêmê êrîş negirt ser xwe. Hemûyan êrîş şermezar kirin. Tu delîl jî tunebû. Lê Erdogan ev kir hincet û êrîş da destpêkirin.   *Li gorî we divê PKK ji lîsteya rêxistina terorê derkeve an na? Qiraltiya Yekbûyî di vê mijarê de çi difikire?   Gelek komên alîgirên Kurd yên nav Qiraltiya Yekbûyî de ji bo PKK ji lîsteya terorê bê derketin kampanya dan destpêkirin.Em tenê wisa nafikirin, gelek kes wisa difkirin. Em naxwazin rêxistineke rewa ya ku bersiv dide tundiya dewletê û hiqûqa mirovane dişopîne, wek rêxistina terorê bê dîtin. Heta ku PKK di lîsteya rêxistina terorê de cih bigire wê muzakere jî pêk neyên.   * Faliyet û daxwazên  kampanya ‘Peace in Kurdistan’  yên der barê Kurdan û çekên kîmyewî de çine?   Me heyeta yekemîn ji bo şandina herêmê organîze kir. Me alîkarî da rojnameger Steve Sweeney ku biçe herêmê. Nûçeyên ewil wî çêkir. Di vê pêvajoyê de yekane rojnamegerê li qadê ew bû. Rapora wî me aşkera kir. Me lêpirsînên din vekirin û li ser vê me hevdîtin kirin. Daxwaza me zêdetir lêpirsîn bên kirin. Me pêşniyara lêkolînê kir, me got dane û tespîtên têr hene û ji ber vê divê bên lêkolînkirin. Her ku lêkolîn pêk tên û em pêş dikevin her tişt yek bi yek dertê holê.   *Pêşniyarên we yên çareseriyê çine?   Em bang li hemû dewletan dikin ku ji bo OPCW lêkolîn û lêpirsînê bike çi ji destê wan tê bila bikin. Em bang li Qiraltiya Yekbûyî û sendîkayên Ewropa dikin. Li cihê dimînin bila kampanyayan bimeşînin û miajrê bigirin dest. Em jî vê dikin. Em agahiyan didin. Em peyaman digihînin cihên têkildar. Hêvîdar im em her kesî bikin tevgerê. Ger em behsa serlêdana rêxistineke ku ji aliyê dewletekê ve ya li OPCW’ê tê kirin, bikin, gelo Kurdên ku dewleteke wan tune wê çawa serlêdanê bikin? Me hinek tespît kirin. Peywir û armanca OPCW'ê lêkolîn e. Em bang dikin ku peywira xwe bikin.”