Gelên herêma Firatê li dijî tecrîda girankirî meşiyan 2022-12-18 14:45:21     KOBANÊ - Bi pêşengiya Jinên Ciwan û Ciwanên Şoreşger bi  sedan ji gelên herêma Firatê li dijî tecrîda girankirî  ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşiyan.    Bi sedan ji şêniyên herêma Firatê sazî û dazgehên Rêveberiya Xweser xwandekarên Zanîngeha Kobanê û hwd. Dibin dirûşmA "Em ê bi rihê fedayî yê ciwantî azadiya rêbertî misoger bikin" ji Qada Jina Azad heta Kolana Sariya Ozgûr meşiyan. Di meşê de posterên Rêberê PKK'ê û panekartên bi nivîsa"Ciwan fedayîyê rêber Apo ne" hatin rakirin. Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê pakrewanên azadiyê Hevseroka desteya ciwanan û werzîşê Xunav Xelîl ve axaftin hat kirin.   'CPT'ê agahiyên xwe aşkere nekirine'   Xunav Xelîl wiha got:" Nêzî du sal bû ku hete niha tu Agahî ji Rêberê me tune ye. Ji ber ku dewleta Tirk parêzer û malbata wî derbasî Îmraliyê nakin. Ev rewşa metirsiyekê dide avakirin ji ber ku rewşa Rêberê me ya tendirustî ne zelal e. Herî dawî saziya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) agahîyên ne zelal bi gel re parve kirin.  Carekê gotin em ê piştî şeş mehan agahî bidin û carekê jî otin Rêbertî  hevdîtina me qebûl nekiriye. Em weke gelêN Kobanê ji bo hemû kesên ku behsa mafên mirovan dikin bi taybet CPT ya ku têkoşîna li dijî şîdetê dide heta niha rewşa Rêber Apo zelale nekir.   Hata ku rêberê xwe bi fîzikî rIzgar nekin em ê her tim li kolanan bin."   Meş bi dirûşma "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.