Ji Rojhilat ber bi Ewropayê ve serhildana 'Jin jiyan azadî' 2022-12-18 13:09:52     NAVENDA NÛÇEYAN - Li gel êrîşên rejîma Îranê serhildana "Jin jiyan azadî" dewam dike, piştevaniya ji bo serhildanê jî li gelek welatan dewam dike.   Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistanê dijî qetilkirina jina ciwan ya Kurd Jîna Emînî destpê kirine, dewam dike. Ji roja çalakî destpêkirine heta niha, bi dehan kes hatine kuştin, girtin û windakirin. Herî zêde rojnamevan dibin gefan dene.   Li bajarê Kirmanşan ku bajarê herî mezin yê Rojhilatê Kurdistanê ye, di hoparlora mizgeftekê de sirûda ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku li Rojavayê Kurdistanê hatiye çêkirin, hat berdan.   Li Ciwanro jinek ciwan bi çalakiyê li ser keviran ‘Mirin ji bo Xamneyî’ xêz kir û bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dawî li çalakiya xwe anî.   Li bajarê Seqiz dixtorê bi navê Mihemed Baqir Ebas Zade ku nexwest di derbarê xwepêşanderên birîndar de agahiyan bide, ji aliyê hêzên Îtlaatê ve hat binçavkirin.   Çalakvanên girtî birine ku ne diyar e   Her wiha di derbarê xwepêşanderên girtî yên ku bi cezayê bi darvekirinê re rû bi rû ne de, li gorî çavkaniyên ji bajarê Urmiyê 5 xwepêşanderên girtî yên xelkê Şîno ku bi cezayê bi darvekirinê re rû bi rû ne, bi cihek nediyar ve hatine guhestin. Ev yek metirsiya di derbarê çarenûs û pêkanîna cezayê bi darvekirinê li her 5 xwepêşanderan zêdetir kiriye.   Çarenûsa rojnamevanên jin ne diyar e   Çarenûsa du rojnamevanên cara yekem li ser çalakiyên ji bo Jîna Emînî nûçe çêkiribûn, 3 mehin nayê zanîn. Her du hevserên her du rojnamevanan diyarkirin ku dema binçavkirina wan jî dawî bûye, lê nayên berdan û tiştek zelal nînin.   Her wiha li bajarê Îze, merasîma spartina xakê ya Dunya (Sonya) Ferhadî ku di xwepêşandanên li Ehwazê de winda bibû û pênçşema borî ango di ango 15’ê Kanûnê de di çemê Karun de hatibû dîtin, pêkhat. Di merasîmê de ku welatî bi awayekî girseyî beşdar bibûn, dirûşmeyên li dijî desthilatdariyê hatin berzkirin.   Çalakiyên piştevaniyê   Li gel berdewamiya xwepêşandanan û êrîşên rejîma Îranê çalakiyên piştevaniyê berdewam in. Karkerên beşa neftê li gelek navendên bîrên neftê dest bi grevê kirin. Karkerên beşa neftê yên li Ehwaz, Mahşehir, Geçsaran, Durgey Xarik, Eseluye û Bêcar grev destpê kirin û neçûn ser kar.   Li welatên Ewrupayê Holanda, Danîmarka û Norveçê ji bo piştgiriya xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê çalakî û xwepêşandan hatin li darxistin.