Hinceta astengkirina nûçeyan: Ji kerema xwe îtîbara me xera nekin 2022-12-18 09:07:11     Melek Avci   ENQERE - Koalîsyona AKP-MHP’ê ya ku qanûna sansurê kir meriyetê weşaneke herî biçûk a rexne dike û kesên ku jiyana wan ji civakê re radigihîne, sansur dike. Her wiha di bultena weşandiye de îstîsmarkirina zaroka 6 salî parast.   Hevdîtinên sererastkirinên nû yên medyaya înternetê û medyaya dîjîtal ku di raya giştî de wek “Qanûna sansûrê” tê pênasekirin, li Desteya Giştî ya Meclisê bi dawî bûn. Teklîfa qanûnê di Meclisê de bi dengên AKP û MHP’ê hat erêkirin û di 11’ê cotmehê de ket meriytê. Di nava 40 xalên qanûnê de herî zêde xala 29’emîn tê nîqaşkirin. Xala qala wê tê kirin wiha ye: “Her kesê ku di derbarê ewlekariya hundir û derve, nîzama giştî û tenduristiya giştî ya welat de, bi awayekî ku ji bo têkdana aramiya giştî, tenê ji bo afirandina fikar, tirs û panîkê di nav gel de, bi awayekî eşkere agahiyên derew belav bike, ji salekê heta sê salan cezayê girtîgehê wê lê, bê birîn.”    Li gorî madeyên qanûnî, malperên nûçeyan ên înternetê dê di çarçoveya weşanên perîyodîk de cih bigirin. Serlêdana karta çapemeniyê dê ji Midûriyeta Ragihandinê re bê kirin û wek belgeya nasnameya fermî bê qebûlkirin. Kesên ku daxwaza karta çapemenîyê dikin, divê temenê wan 18 salî temam bikin, bi kêmanî lîse yan jî saziyek perwerdehiyê ya wekhev qedandine û ji xizmetên giştî neyên sînordarkirin an qedexekirin.Hemû malperên nûçeyan neçar in ku naveroka ku diweşînin veşêrin.    Piştî vê jî li ser çapemeniya civakî yên ku dawet, tacîz, destdirêjî û îstrafa desthilatdariyê weşandin hatin astengkirin.   Bultena dezenformasyonê   Roja qanûn ket meriyetê desthilatdariyê ‘Bultena dezenformasyonê’ ku nûçeyên tê de agahiyên şaş û derew hene weşand. Ev bulten her hefte rojên duşemê ji aliyê wezareta ragihandinê ve tê weşandin û  ji aliyê desthilatdariyê ve nûçeyên ku li gorî wek agahiyên derew bi nav dikin û metnên ku xwe diparêze diweşîne. Di bultena navbera 5’ê Kanûn û 11’ê Kanûnê de hatiye weşandin nûçeya di bultenê de cih girtiye ‘Wezareta malbatê ev du sal in li ku bû? îdiaya ku xwedî li zaroka 6 salî derketineke’ bû û daxuyaniyeke ku di hevoka ewil de van nûçeyan derew derdixe tê dîtin. Di daxuyaniyê de bersiva îdiayan nayê dayîn, dibêje zaroka 6 salî kirine bin parastinê û xwedî lê derketine. Di bultena navbera 17 û 23’ê cotmehê de jî nûçeyên der barê bikaranîna çekên kîmyewî de wek belavkirina ‘dezenformasyonê’ sûcdar kiribû.   Piştî 11’ê cotmehê astengî zêde bûn   Beriya ku qanûna sansurê bikeve meriyetê jî nûçeyên der barê cînayet, gumanbarên tacîzê, sazî û parlamenteran bi hinceta ‘îtîbarê xera dike’ asteng dikir û biryara veşartiyê ji aliyê dozgeran ve dihat dayîn. Piştî qanûn ket meriyetê gelek weşan hatin astengkirin û nûçegîhan hatin girtin. Qanûna Sansurê di 29’ê cotmehê de berhema xwe ya ewil da û li hember nûçegîhanên çapemeniya azad operasyona girtinê pêk anî.   Dema mirov li qanûna sansurê dinêrin tu tespîteke wan a ku ji nûçeyan re dibêjin şaş û derew e tune ye. Yanî ev girêdayê şexs û saziyên desthilatdariyê ne û li gorî wan nûçe tên rakirin.   Dewlet dibeje çi, wê binivîse   Em hemû dibin şahid ku ji bilî daneyên ku dewlet dide, nayên bikaranîn û em dibînin ku desthilatdarî çawa pêşî li rojnamegerî û daneyên rojnamegeriyê digire.  Di 28’ê mijdarê de ji bo rakirina  nûçeya Dokuz8haber a ku serokê YASAD’ê Kamal digot ’30 hezar yazilim çûn derveyê welat, ev hejmar pêş de wê derkeve 100 hezarî’, Ofîsa Çavkaniyên Mirovan a Serokomariyê got divê tenê daneyên TUÎK’ê bên bikaranîn.   Ewil rojnameger hatin girtin   Serokê Cemiyeta Rojnamgerên Bedlîsê Sînan Aygul di 14’ê Kanûnê de yekem kesê ji qanûna sansurê hat girtinê ye. Ji ber Sînan nûçeya zaroka 14 salî ku li Tetwanê destdirêjî lê hatibû kirin, kir nûçe hat binçavkirin û bi îdiaya agahiyên şaş belav dike hat girtin.   Hewldana girtina bûyerê   Li gorî daneyên di FreeWeb de cih digire tenê ji 28’ê Mijdarê heta 16’ê Kanûnê li ser daxwaza desthilatdariyê 19 mijar hatin sansurkirin. Em li van naverokên ku hatine astengkirin binêrin.   *Piştî astgengkirina malpera me JINNEWS’ê şûnde kanala me ya Youtube jî hat astengkirin. Piştî gilîkirinê  li Tirkiyeyê xwegîhandina kanala me pêk nayê.   *Bunny CDN ya xizmeta Tora Belavkirina Naverok (CDN) dide, bi hinceta di fînansmana teror û bahîs a derveyê qanûnî de tê bikaranîn, ji aliyê Saziya Ragihandin û Teknolojiyên Zanînê (BTK) di 24’ê Mijdara 2022’yan de hat astengkirin.   *57 nûçeyên der barê parêzerê berê yê serokomar, du vîdeoyên youtube, du şîroveyên ekşî sozluk, du tweet û parvekirineke di facebokê de bi giştî 64 naverok di 24’ê Mijdarê de ji aliyê 4’emîn Dadgeha Cezaya Sulh a Anadolu ya Stenbolê ve hat rakirin.   *Der barê vîdeoya ku li nexweşxaneyek taybet a Ataşehîrê ya Stenbolê ku bi kalekî re qerf dihatin kirin, hat xwestin astengî bê kirin. Dadgeriya Cezaya Sulh a Anadolu ya Stenbolê jî bi hinceta ev dikevin çarçoveya azadiya fikir ev daxwaz red kir.   *BTK’ê piştî teqîna Taksîmê astengî da ser platformên çapemeniya azad û ev jî bi yek gotinê vegot ‘Di çarçoveya fikraya xala 60’emîn a Kanûna Nûçeyên Elektronîk de tedbîrên Pêwist hatine girtin û ji aliyê dadger ve hatine erêkirin.’   *Dozgerê Komarê yê Manavgatê hevpîşeya xwe ji ser çapemeniya civakî tacîz kiribû û çûbû cihê peywira wê Konyayê tehdîd kiribû.   Nûçeyên der barê vê de ji aliyê Yekemîn Dadgeriya Cezaya Sulh a Manavgatê ve hatibû astengkirin.   *Malpera înternetê ya firotinê ya Nadîr Kîpat nadirkitap.com û  ya Kîtantîk ya kitantik.com, ji aliyê 10’emîn Dadgeriya Cezaya Sulh a Enqereyê ve di 30’ê Mijdarê de hat astengirin.   *4’emîn Dadgeriya Cezaya Sulh a Anadolu ya Stenbolê di 2’yê Kanûnê de nûçeya Bîrgun a bi navê ‘demir ag hatlari ceplere doşenmiş’ asteng kir.   *Nivîsa nivîskarê Cumhuriyetê Bariş Pehlîvan a bi navê ‘Çîroka ku dilê mirovan diqelibîne’ ji aliyê 6’emîn Dadgeriya Cezaya Sulh a Bakirkoyê ve di 30’ê Mijdarê de hat astengkirin.   *Nûçeya rojnameya Yenî Yaşamê ya ‘Ji şîrketên nêzî AKP’ê re îhale bariya’ ji aliyê 4’emîn Dadgeriya Cezaya Sulh a Anadolu ya Stenbolê ve hat astgengkirin.   *Nûçeya derbarê Rektorê Zanîngeha Bogazîçî Prof. Dr. Gurkan Selçuk Kumbaraoglu ku dihat gotin di belgeyên Enstîtuya Zanistê Feza û Zanista Daneyan de ji Vîkîpedîa întîhal kiriye, di 11’ê Mijdarê de ji aliyê 8’emîn Dadgeriya Cezaya Sulh a Stenbolê ve hat qedexekirin.   *Esra Ersoy diyar kiribû karsazekî destdirêjî lê kiriye û gilî kiribû. Der barê mijarê de 29 nûçe, 31 naverok ji aliyê 7’emîn Dadgeriya Cezaya Sulh a Enqereyê ve hat astengkirin.   *Ji bo nûçeyên platformên Doglugu Ne, Teyît û Malumatfuruş jî astengî hatin kirin.   *Nûçeyên der barê kurê şêwirmendê serokomar Maksut Serîm, Yasîn Ekrem Serîm û bîka wî Sevîm Çagla Serîm ku cigira wezîrê karê hundir bû de hatin astengkirin.   *Li ser daxwaza şîrketa Ulker ku Dedektîfa Xurekê Linkedln der barê berhemê de parvekirinek kiribû, 8’emîn Dadgeriya Cezya Sulh a Anadolu ya Stenbolê biryara astengkirinê da.   *Bîlal Erdogan ji hevalên xwe yên Lîseya Îmam Hatîp a Anadolu ya Kartalê îhaleyên cuda dabûn. Der barê  37 nûçe û 42 naverokên vê mijarê de ji aliyê 6’emîn Dadgeriya Cezaya Sulh a Anadolu ya Stenbolê ve biryara astengkirinê hat dayîn.   *Parlamenterê Aydinê Suleyman Bulbul derbarê SADAT’ê ve pêşnûmepirs dabû wezîrê Dadê Bekîr Bozdag û wezîrê karê hundir Suleyman Soylu. Nûçe û tweetên der barê van pêşnûme pirsan ji aliyê 8’emîn Dadgeriya Cezaya Sulh a Stenbolê ve hatin astengkirin.   *Tweeten rojnameger Bariş Pehlîvanoglu ku wêneyên têkiliya dozgerê ji Ekrem Îmamoglu re ceza xwestibû, Furkan Okudan yên bi burokratên AKP’ê û TUGVA re nîşan dida, hatin astengkirin.    *Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya Yakup Demîr, li Amedê di dema şopandina nûçeyan de  ji aliyê parêzer Fevziye Karaer ve bi êrişê rû bi rû mabû. Li ser daxwaza Fevziye  nûçe ji aliyê 3’emîn Dadgeriya Cezaya Sulh a Dîlokê ve hatin astengkirin.