Bertekên li hemberî tarîkat-cemat-îktîdarê: Divê jin dakevin qadan 2022-12-18 09:02:45   Rojda Aydin   AMED - Jinan bertekên xwe ya li hemberî meşrûkirina destdirêjiya li hemberî zarokan anîn ziman û gotin: “Ev cemaat û tarîkat ji aliyê hikûmetê ve tên parastin û ev jî dibe sedema zêdebûna bûyeran. Yên ku îro destdirêjiyê li zarokên me dikin hikûmet û Wezîra Malbatê ye. Li dijî destdirêjiyê divê jin dakevin qadan.”   Damezrînerê Weqfa Hîranûrê ya girêdayî Cemaeta Îsmaîlaga Yusuf Ziya Gumuşel keça xwe ya 6 salî H.K.G di bin navê “mehra olî” de bi murîdê xwe Kadîr Îsteklî re zewicand û bû sedema destdirêjiya keça xwe. Piştî ku ev yek derket holê di nava rayagiştî de deng da û bertekên tund hatin nişandan. Çend sûcdar hatin girtin jî hêj jî nerazîbûna li hemberî neparastina zarokan didome. Di 20 sal desthilatdariya AKP’ê de ji ber politîkayên gîhandina nifşê oldar, di tarîkat û cemaetên zêde bûn de destdirêjî li hezaran zarokî hat kirin û bi dehan dosya hatin girtin.   Endama Platforma Jinan a Şahmeran a Mêrdînê Gulîzar Îpek, Endama Meclîsa Partiyê (PM) a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Beybûn Aslan û Endama Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) a Amedê Gulay Akgul derbarê mijarê de ji ajansa me re axivîn.   ‘Li welat tarîkat û cemaat zêde bûne'    Gulîzar Îpek, anî ziman ku bûyera herî dawî ku hat jiyîn rewşa welat dide nîşandan û wiha got: “Elbet bûyerên ku derneketine holê jî hene. Wekî ku hûn jî dizanin nûnerê Weqfa Hîranûrê Yûsûf Ziya Gumuşel keça xwe ya 6 salî bi kesî 29 salî re ‘zewicand’. Em jê re dibêjin destdirêjî. Ev jî nîşan dide ku rewşa heyî çiqasî kûr bûye. Ji ber ku her roj herî kêm 3 an jî 5 jin ku tên qetilkirin, destdirêjî zêdebûye. Li vir divê mirov nêzîkatiya hikûmetê li ber çavan bigire. Welat hatiye wê astê ku bi tarîqat û cemaatan ve tên rêvebirin. Sedema vê jî ew e ku hikûmet ji bo deng bigire hêza bêdawî daye cemaatan. Mixabin ku tarîqat çawa bixwazin wisa tevdigerin. Herî dawî ji aliyê Wezîrê Perwerdehiyê yê Milî ve bi tarîqatan re di bin navê hevkariyê de peymanên cuda hatin îmzekirin. Ev jî nîşan dide ku cemaat û tarîqat çiqas li welat belav bûye.”   ‘Hikûmet destdirêjiya li hemberî zarokan meşrû dike'    Gulîzar, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser polîtîkayên îktîdarê ya li hember zarokan: "Hikûmet ji ber tarîkat û cemaatan Peymana Stenbolê bi şevekî betal kir. Ne tenê ev. Polîtîkayên dijminatiyê yên li hemberî jin û zarokan a hikûmetê xwe bi awayeke eşkere nîşan dide. Dixwazin qanûna TCK ya 103’yan a ku zarokan li dijî êrişên zayendî diparêze biguherînin. Destdirêjiya li hemberî zarokan dixwazin meşrû bikin. Her wiha dixwazin temenê zewacê ya zarokan jî bikin 12 salî. Li dijî vê yekê rêxistinên jinan dakedin qadan û bertek nîşan dan. Ji ber bertekan hikûmetê paşve gav avêt. Lê belê her carê vê mijarê derdixin pêşiya me. Hikûmet dixwaze nifşekî oldar ava bike. Olê îstîsmar dike û dixwaze li gor xwe civakek ava bike. Em hatine rewşekî wisa ku jinan di nava çar dîwaran de tên girtin, zewaca zarokan a di temenê biçûk de û destdirêjî tê meşrûkirin. Di Weqfa Ensarê de destdirêjî li 45 zarokan hatibû kirin. Wezira malbatê yê wê demê gotibû ‘bi carekî tişt nabe’. Xeynî vê daxuyaniyê serokkomar jî gotibû ‘Divê jin 3 zarokan bîne. Çawa jin û mêr dikare bibe yek’. Ev jî nîşanê me dide ku îktîdar çawa bi destên xwe destdirêjiyê meşrû dike. Li dijî vê yekê têkoşîna me didome û dê bidome jî. Em ê li dijî zihniyeta vê hikûmetê têkoşîna xwe mezin bikin. Em vê meşrûkirinê tu carî qebûl nakin.”   ‘Em ê şopdarê bûyerê bin'    Gulîzar, bal kişand ser gotinên Wezîra Xizmetên Civakî û Malbatê Derya Yanik û wiha bi lêv kir: "Wezîr dibêje 2 sal in ji bûyera Weqfa Hîranûrê agahdar in. Li ser gotinên Derya Yanik em hîn bûn ku bûyerek bi vê rengê heye. Ji ber bertekên raya giştî dîroka daneşîna dozê pêş de hat kişandin. Em wek jin daxuyaniya Derya Yanik tu carî qebûl nakin. Derya Yanik jî bi axaftinên xwe destdirêjiyê meşrû dike. Her carê dibêjin bûyerek munferît e. Em jî zanin ku ev ne mûnferît e, bi awayek sîstematîk e. Ji ber vê jî em daxuyaniya wê ya dawiyê jî tu carî qebûl nakin. Her wiha nîşan dide ku cemaat û tarîqat ji aliyê hikûmetê ve çawa tên parastin û çawa nêzî hevdû ne. Di heman demê de em dibînin ku dixwazin ser vê bûyerê bigirin. Ji ber bûyer derketin holê ew neçar man daxuyaniyê bidin. Em ê tu carî dev ji vê dozê bernadin û em ê bibin şopdarê vê dozê. Em ê destûrê nedin ku ev bûyer bê meşrûkirin.”   ‘Destdirêjî parçeyek ji polîtîkayên şerê taybet e'    Gulîzar, diyar kir ku îktîdar xwe ji gelek peymanên ku zarokan ji destdirêjiyê diparêze paşve kişandiye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Her wiha tê gotin ku Tirkiye ji Peymana Lanzarote ku zarokan ji êrişa zayendî diparêze xwe vekişîne. Lê belê em vê tiştê tu carî qebûl nakin. Ji ber ku ev peyman peymanek ku pêşî girtina li ber êrişa zayendî ye. Wekî ku tê zanîn li Amedê serokê kewn ê MHP’ê Cihan Kayaalp destdirêjî zarokekî kiribû, ji dozê hat bereatkirin. Lê ev biryar tu carî nayê qebûlkirin. Di vê biryarê de hat gotin ku daxwaza zarokê heye. Çawa daxwaza zarokê çêdibe? Ev jî parçeyek polîtîkayên şerê taybet e. Dadgerê ku di vê dozê de biryar da, ji bo Mûsa Orhan jî biryara beraatê dabû. Li Cizîr, Silopî, Şirnex û li gelek cihên din çeteyên fihûşê derketin holê. Di heman demê de gelek kiryar beraat kirin. Ji bo ku Tirkiye ji van peymanan paşve gav nevêje em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em polîtîkayên vê îktîdarê tu carî nakin.”   ‘Divê Derya Yanik îstîfa bike’   Beybûn Aslan jî got AKP’ê ku 20 sal in hatiye ser îktîdarê bi vekirina weqfan û cemaatan bûyerên destdirêjiyê ya li hemberî zarokan zêde bûye û wiha axivî: “Em her carê dibêjin ku destdirêjiya li dijî zarokan polîtîk e û em vê tu carî qebûl nakin. Ev bûyer bi destên îktîdarê û hevkarên wî tên kirin. Lewra jî sûcdar îktîdar, cemaat û helavên wî bi xwe ne. Cihê zarokan li ber derê mala xwe lîstin e, li cem dayik û dibistan e. Li ser navê ol û misilmantiyê cemaatên ku hatine vekirin mêjiyê zarokan dişon. Ji ber vê jî tecawizkarên zarokan nayên girtin. Lê belê ji ber bertekên civakê ev kesên cemaatê hatin girtin. Wezîra malbatê jî îtîraf kir ku du sal in agahiya ji bûyerê heye. Lê belê mixabin ku xwe ker û lal kiriye û bûyer hatiye veşartin. Nedixwastin ku ev bûyer derkeve holê. Kesên ku îro destên xwe yên qirêj dirêjî zarokên me kirine hikûmet û Wezîra Malbatê ye. Lê belê em tu carî li hember van polîtîkayan bêdeng neman û nabînin jî. Li hember van polîtîkayan em ê li qadan bin. Wîcdana mirovan çawa qebûl dike ku destên xwe dirêjî van zarokan dikin. Lewra jî tehemûla me jî nemaye. Divê ji bo zarokan qiyamet bê rakirin. Em bibin dengê zarokan. Divê Derya Yanik îstîfa bike.”   ‘Yên ku destdirêjiyê dikin serbest in'   Gulay Akgul jî derbarê mijarê de wiha nêrînê xwe anî ziman: “Wezîra Malbatê dibêje agahiya me pê heye, lê ew kes li derve rehetî digeriyan. Nayên cezakirin û di ser de bûyerê vedişêrin. Divê hemû rêxistinên jinan ên li Tirkiyeyê bi hev re rabin li ser piyan. Ger ku pergala hiqûqê li welatê me hebûya dê îro ev bûyer nedihat jiyîn. Zarokên biçûk jî baş dizanin ku li Tirkiyeyê pergala hiqûqê tuneye. Bi polîtîkayên xwe kiryaran diparêzin. Wezîra Malbatê du sal in kî parastiye gelo? Dibêje me zarok parastiye. Dema 6 salî bû te çima neparast. Divê jin jî li her derê dakevin qadan. Jinên ku deng derdixin digirin, lê yên ku destdirêjiyê li zarokan dikin serbest in.”