Platforma Jinan a Rihayê: Ji bo sûcdar bên cezakirin em ê têbikoşin 2022-12-17 15:16:11   RIHA - Platforma Jinan a Rihayê, bi daxuyaniyê bal kişandin ser sûcên li hemberî zarokan û gotin: "Em rê nadin ku zarokên me mehkûmê tarîtiyê be. Ji bo darizandina sûcdaran em ê têbikoşin."    Platforma Jinan a Rihayê, derbarê damezrînerê Weqfa Hîranûrê ya girêdayî Cemaeta Îsmaîlaga Yusuf Ziya Gumuşel keça xwe ya 6 salî H.K.G di bin navê “mehra olî” de bi murîdê xwe Kadîr Îsteklî re zewicand û bû sedema destdirêjiya keça xwe. daxuyaniyek da. Daxuyanî li Qada Topçu hat dayîn. Endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û CHP'ê tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Em nahêlin ku zarokên me mehkûmê tarîtiyê bibe" vekirin. Endama platformê Selma Ateş axivî.    Selma, diyar kir ku zaroka ku di bin navê zewicandinê de destdirêjî lê hatiye kirin "xof" e û wiha berdewam kir: "2 sal beriya niha mijar di rojeva darazê de bûye û ji ber ku temen mezin hatiye nîşandan derbarê dozê de biryara neşopandinê hatiye dayîn. Sûcdar piştî bertekên rayagiştî hatin girtin. Diyare ku daraz ne ji bo parastina mafên mirovan, tenê ji bo parastina îqtîdarê heye. Şîdeta li hemberî jinê ji hêla daraza mêr a dewletê ve tê meşrûkirin. Qetilkirina jinan, taciz, destdirêjiya li hemberî zarokan wek sîstematîk berdewam dike û ji hêla îqtîdarê ve wek bûyerên munferî tê nişadan, sûcdar nayên cezakirin û parastina mexdûran nayê kirin. Ne cara yekem e ku em bûyereke wisa ya tarîkat, cemaat û weqifan dibhisin. Her roja ku derbas dibe hejmar zêde dibe. Mixabin ev cemaat, tarîkat û weqf nayên şopandin û ji hêla îqtîdarê ve tê parastin."   Selma, daxuyand ku ji sala 2017'an heta niha derbarê destdirêjiya li hemberî zarokan de tu agahî nehatine parvekirin û wiha axivî: "Divê dewlet berpirsiyariya xwe pêk bîne. Bûyerên destdirêjiyê veneşêre, bêceza nehêle û bila ev sazî ji nêz ve bên şopandin. Bi hinceta hesasiyeta olî nikarin destdirêjiyê veşêrin. Zarokeke 6 salî bi sîstematîk bi êrişa zayendî re rûbirû maye û divê bê zanîn ku em ê li pêy bûyerê bin. Em ê ji bo zarokên xwe dengê xwe bilind bikin. Em nahêlin ku zarokên me bibin qurbana tarîtiyê. Em nahêlin sûcdar bêceza bimînin."   Çalakiya platformê bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.