DBP’ê rêveberiya xwe ya Silopiyayê ava kir 2022-12-17 15:14:17     ŞIRNEX - DBP’ê bi şîara “Bi Civaka Rêxistinbûyî ber bi Jiyana Azad ve” rêveberiya xwe ya Silopiyayê ava kir.   Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi şîara “Bi Civaka Rêxistinbûyî ber bi Jiyana Azad ve” li Silopiyayê tayînkirina rêveberiya xwe ya navçeyê bi kongreyekê pêk anî. Kongre li avahîya rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Silopiyayê pêk hat. Hevserokên DBP’ê yê Rêxistina Bajarê Şirnexê, Hevserokên HDP’ê Bajarê Şirnexê, Hevşaredarên Şaredariya HDP’ê yê Silopiyayê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad(TJA), MEBYA-DER, TUAY-DER, Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek, Partiya Keskan a Çepê,  endam û rêveberên rêxistinên navçeyên HDP’ê û gelek kes beşdarî kongreye bûn.   ‘Ji xeynî serkeftinê ji bo me rêya din nîne’   Kongreya ku bi rêzgirtinê ve dest pê kir bi axaftina Hevserokê DBP’ê Bajarê Şirnexê Zekî İrmez ve berdewam kir. Zekî, diyar kir ku ew ê bi rêxistinbûyîna xwe dê serkeftinê bînin û got: “Em ji pêvajoyek gelek dijwar derbas dibin. Hem ji aliyê tecrîda ku li ser Gelê Kurd tê meşandin, hem ji bo şer hem jî bi binpêkirina mafan ve êrîşek li dijî deskeftiyên Gelê Kurd heye. Em wek DBP’ê ji bo rêxistinbûyîna xwe mezintir bikin me gavek avêt. Bi vî yekê li her navçeyan em rêxistin û rêveberiyên xwe ava dikin. Bi rêxistinbûyîna xwe em ê têkoşîn û hêza xwe mezintir bikin. Ji xeynî serkeftinê ji bo me rêyê din nîne.”   Rêveverê TUAY-DER’ê Aydin Denîz jî axivî û ji bo rêveberiya nû serkeftinê xwest. Aydin, diyar kir ku Gelê Kurd dê li gorî demê xebatên xwe bimeşîne.   ‘Em di sîyaseta netewa demokratîk de bi israr in’   Dûvre Hevseroka DBP’ê yê bajarê Şirnexê Ayşe Sagocak jî ji bo rêveberiya nû serkeftin xwest û anî ziman ku ji bo azadiya Gelê Kurd û civaka demokratîk sîyaseta wan dê bi biryarî xebatên xwe bimeşîne.   ‘Ev sedsal dê bibe sedsala azadiya Gelê Kurd’   Hevserokê HDP’ê yê bajarê Şirnexê Abdullah Gungen jî axivî û bal kişand ser mijarên rojevê û wiha axivî: “Ev sedsal dê bibe sedsala azadiya Gelê Kurd. Ji ber ku ev sedsal polîtîkayên xwe bi înkarkirina li ser hebûn û nasnsmeya gelê kurd ava kiriye. Ev sedsal û sîstema faşîst mehkûmê têkçûyînê ye. Ji aliyekî din ve jî tecrîdek li ser Birêz Ocalan û hemû girtîgehan bi girankirî tê meşandin. Li dijî deskeftiyên Gelê Kurd şerekî mezin heye. Divê em li gorî pêvajoyê kar û xebatên xwe mezintir bikin û têkoşînê bilind bikin. Tirkiye îro di nav kaos û alozîyek mezin de ye. Desthilatdara AKP û MHP’ê di nav xetimandinê de ye. Derfetek ji bo Gelê Kurd heye. Pêvajoya ku em tê de ne heyîn û neyîna me wê diyar bike.”   ‘Bingeha siyaseta Kurdan rêya sêyemîn e’   Endamê Meclîsa DBP’ê Kadîr Kunur jî axivî û destnîşan kir ku Gelê Kurd siyaseta xwe li ser rêya sêyemîn dimeşîne û got: “Rêxistinbûyîna me gelek berdêlên giran daye û têkoşînek bêhempa ji bo maf û doza gelê kurd daye. Hêzên hegemonîk plan û berjewendiyên xwe li ser gelê kurd dimeşînin. Lê em bi berxwedan û têkoşîna xwe planên qirêj ên li ser Gelê Kurd dikarin têk bibin. Em bi hestên neteweyî li ser esasê netewa demokratîk sîyaseta xwe dê saz bikin. Bingeha sîyaseta me jî li ser esasê rêya sêyemîn tê meşandin.”   Piştî axaftinan nameya hevpar a Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê Nuran Îmîr, Hasan Ozguneş û Huseyîn Kaçmaz hate xwendin.   Name wiha ye: “Îro Tirkiye di warê siyasî, aborî û civakî de di nava qeyranên mezin de dijî. Ev qeyran her ku diçe zêde û kûr dibin. Ji bo ku em bikaribin ji bo vê pêvajoya dijwar bibin bersiv her roj em bi gelê xwe re rêxistinbûyîna xwe xurt dikin, bi gavên mezin û xwedîvînek teqez û  biryardarî ber bi azadî û demokrasiyê ve diçîn . Em ê bi rakirina tecrîdê re aştî, azadî û demokrasiyê ji xwe re bikin armanc û bi mebesta têkoşîn û rêxistinbûyîna xwe mezin bikin.    Rêhevalên bi nirx ji ber ku em di vê heyamê de ji ber hevdîtinên butçeya 2023'yan li parlementoyê ne em nikaribûn tevlî coşa we bibin. Lê em bi dil û vînek xurt bi we re ne û serkeftinê ji hemû hevalan re dixwazin. Em hemû gelê xwe silav dikin.”   Kongre bi aşkerekirina navên rêveberiya nû bi dawî bû. Rêveberiya nû wiha ye: Raşît Azma, Emîne Ozek, Elîf Oruç, Omer Soysal, Rahmet Durmuş, Hasan Eren, Emîne Oruç, Bahar Çaltu, Hakîm Bedîrhanoglu