Malbatên Windayan li aqûbeta Atîla Korkmaz pirsîn 2022-12-17 13:52:26     AMED - Di hefteya 723’yemîn de malbatên wendayan li aqûbeta Atîla Korkmaz ê 27 salî ku li navçeya Rêzanê dema dixebitî hate revandin û aqûbeta wî nehat zanîn, pirsîn.   Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 723’yan de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezana Amedê li dar xistin. Malbatên ku wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin hilgirtin vê hefteyê li aqûbeta Atîla Korkmaz ê ku di sala 1996'an de Amedê hate windakirin, pirsîn.   Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa Amedê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Firat Akdenîz serpêhatiya Atîla Korkmaz xwend.   Firat, Atîla Kormaz da nasandin û bûyera bi ser hatiye wiha parve kir: “Atîlayê 27 salî bû li navçeya Rezanê di firoştgeha xwe de dixebitî. Bi vî rengî debara xwe dikir. Di 9’ê Kanûna 1996’an de ji aliyê 3 polîsên cilên sivîl li berbûn ve bi gotina îfadeya te heye birin. Piştî wê xistin maşîneyê û ji wê dîrokê şûnve aqûbeta wî nehat zanîn. Li gorî hinek şahidan Atîla beriya were girtin jî ji aliyê hinek kesan ve dihat şopandin û piştî gihaşt firoştgehê, ew birin. Hevjînê Atîla, Rasîme Korkmaz serî li serdozgeriya Komarê, bavê wî Necmettîn Korkmaz jî serî li Miduryeta Emniyetê da. Malbatê ji hewildanên xwe encam negirt. Di 2’yê Çileya 1997’an de miduriyeta emniyeta Amedê telefonî malbatê kir. Hat gotin ku li Semsûrê 2 cenaze hatine dîtin. Ji bo teşhîskirinê wêneyên wan cenazeyan nîşanî apê wî Azmî Korkmaz hate dayîn. Hat zanîn ku yek jê Atîla Korkmaz yek jê di heman demê de Mahmut Onerar ê li navçeya Lîceyê hatiye girtinê ye.”   Piştî aqûbeta Atîla Korkmaz hate pirsîn, di kesayeta wî de ji bo hemû kesên hatine qetilkirin, wenda ne û kujerên wan nehatine cezakirin re çalakiya rûniştinê hate kirin û daxuyanî bi dawî bû.