Rewşa tenduristî ya Zeyneb Celaliyan giran e 2022-12-17 13:29:25     NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakvan Zeyneb Celaliyan 15 sal in ji hemû mafên xwe bêpar girtiye û li gorî agahiyan çavên wê li ber korbûnê ne.   Girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan 15 sal in ji hemû mafên xwe yên rewa li girtîgeha dewleta Îranê bêpar maye û hat zanîn ku bi rîska windabûna ronahiya çav re rû bi rû ye. Ruxmî vê yekê rêveberiya girtîgehê wê derbasî nexweşaneyê nekirin.   Zeyneb Celaliyan bi salan e bi îşkenceya derûnî û fîzîkî, bi sirgun û îşkenceya spî re rû bi rû dimîne û mafê wê yê parastinê jê hatiye girtin. Ji ber şert û mercên ku tê de ye nikare derman bibe.   Li gorî nûçeya ajansa NûJINHA'yê Zeyneb Celaliyan ji ber îşkenceya spî û îzolasyonê bi rîska korbûnê re rû bi rû ye. Tevî vê yekê rêveberiya girtîgehê qebûl nekir ku wê bibin nexweşxaneyê.   Çendek beriya niha Zeyneb Celaliyan bi nexweşiya Koronayê ketibû lê nehatibû dermankirin. Zeyneb Celaliyan ku bi cezayê muhebetê tê girtin, di nava 15 salên jiyana xwe de surgunî gelek girtîgehan hat kirin.