Serhildana 'Jin jiyan azadî' dewam dike 2022-12-17 13:12:35     NAVENDA NÛÇEYAN - Serhildana "Jin, jiyan, azadî" duh di roja 91’an de bê navber dewam kir. Duh jî gelek xwepêşander di çileya xwe de hatin bîranîn û çalakiyên berfireh dijî dewleta Îranê hatin lidarxistin.   Serhildana "Jin, jiyan, azadî" ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê duh di roja xwe ya 91’an de dewam kir. Duh li bajarê Dêwlan ya ser bi parêzgeha Sine Şadman Ehmed ê ji aliyê dewleta Îranê ve hate qetilkirin, bi merasîmekê hate bîranîn. Bi dehan kes tevlî merasîmê bûn û bê navber dirûşmeya "Jin, jiyan, azadî" qêriyan.   Li bajarê Merîwan jinên ciwan bi şahiyekê kesên di xwepêşandanan de hatine kuştin bîranîn. Li bajarê Êze cenazeyê jina bi navê Sonya Ferhadî ku di xwepêşandanên zanîngeha Ehwaz de hatibû revandin, piştî 8 rojan li nêzî robarê Karwan cenazeyê wî hatibû dîtin, hate veşartin.   Li bajarê Tahranê merasîma çileya Elî Ruzbehanî pêkhat, herwiha Ferzîn Meruf û Elî Xuşkarbeya jî li ser gorên xwe hatin bîranîn. Xwepêşanderê bi navê Ferzîn Meeruf xelê Mihabadê ye û niştecihê Tahranê bû.   Duh li bajarê Zahîdan piştî nimêja Înê meşek girseyî hate lidarxistin. Xwepêşanderan bê navber dirûşmeyên dijî desthilata Îranê qêriyan, di xwepêşandanê de hejmarek zêde ya jinan hebûn. Xwepêşanderan cezayên darvekirinê şermezarkirin û nerazîbûna xwe anîn ziman.   Tevî kuştin, darvekirin, girtin û binçavkirinan jî duh 91 roj bûn xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê yên dijî sîstema dewleta Îranê dewam kirin.