Li Silopiyayê jinan panel li dar xist 2022-12-16 15:53:04   ŞIRNEX - Midûrîyeta Jinê ya Şaredariya Silopiyayê bi mijara tundiya li ser jinê panel li dar xist.   Midûrîyeta Jinê ya Şaredariya Silopiyayê biboneya hefteya Mafên Mirovan bi mijara tundiya li ser jinê panel li dar xist. Panel li Eywana Konferansa Şaredariya Şilopiyayê pêk hat. Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad(TJA), Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) ya Bajarê Şirnexê Sabuha Akdag û gelek jin tevli panelê bûn. Parezêr Gulcîhan Tokay û Derûnînas Nergîz Ant jî di panelê de axivîn.   Panel bi axaftina parezêr Gulcîhan Tokay hat destpêkirin. Gulcîhan di destpêka axaftina xwe de li ser tundiya li jinan axivî û got: “Çawa ku mafên hemû mirovan hebe, mafê jinê jî heye. Em bi taybetî dixwazin li ser tundiya li jinê tê kirin bisekinin. Gava ku tundî li jinan hat kirin divê mafên xwe bizanibin. Gava  li jinan tundî hat kirin divê rapora lêdanê bistînin û bi vê yekê dikarin biryara dûrxistinê bigirin. Ne ku ji malê birevin. Mafên jinê yên hiqûqî hene. Divê jin biçe an li emniyetê û yan jî li qereqola cendirmeyan gilî bike. Heke derfetên wan hebin dikarin ji bo xwe parêzer jî bigirin. Ku derfet tune be jî Baroyê an jî ji Miduriyeta jinê ya şaredariya Silopiyayê dikarin parêzer peyda bikin. Hem di mijarên ji hev berdanê hem jî di gelek mijarên din de Midûriyeta Jinê ya Sİlopiyayê û Komîsyona Jinê ya Baroya Şirnexê dikare alîkar bibin."   ‘Jin di nav civakê de ji mafên xwe bêpar tên hiştin’   Derûnas Nergîz Ant jî diyar kir ku jin tim ji hêla civakê de hatiye çewisandin û ji mafên xwe bêpar hatine hiştin. Nergîz, got: “Di van mijarên de gelek fikarên jinan di aliyê civakê de hene. Ji bo ku mafê xwe nizane cesareta jinê zêde namîne. Mêr herî zêde bi zarokên wan gefan li jinan dixwin.   ‘Mêr ji jinên ku mafên xwe dizanin ditirsin’   Hevşaredara HDP’ê ya Silopiyayê Adalet Fîdan jî axivî û anî ziman ku gava jin mafê xwe zanîbin hişyar dibin û got: “Mêr herî zêde ji jinên ku hişyar in ditirsin. Ji ber ku mafên xwe dizanin.  Lewra divê jin deskeftiyên xwe biparêzin û mafên xwe bidest bixin."   Panel bi pirsên beşdarvanan bi dawî bû.