Ji Meclisa Ciwanan a HDP’ê banga konferansê 2022-12-16 13:48:31     STENBOL - Meclisa Ciwanan a HDP’a Stenbolê wê bi dirûşmeya “Bi ciwanên birêxistinkirî ber bi pêşeroja azad ve” di 25’ê kanûnê de konferansekê li dar bixin.    Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşmeya “Bi ciwanên birêxistinkirî ber bi pêşeroja azad ve” wê di 25’ê kanûnê de li avahiya navçeya Rêxistina HDP’a Bagcilar a Stenbolê saet di 10.00’an de konferansekê li dar bixe. Meclisa Ciwanan a Stenbolê li ser Twîtterê vîdeoyek weşand û ragihand ku wê konferansekê li dar bixin.    Ciwanan di peyama ku weşandin de wiha gotin:    “Li dijî sûcên şer, înkarkirina zimanê dayikê, bêesilbûna çandê, tecrîda giran a li girtîgehan, sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên giran, qeyûmên darbekar ku vîna gel ji nedîtî ve tê, kuştina jinan û polîtîkayên bêcezahiştinê, zîhniyeta mêtinger a ku xwezayê dişewitîne û tune dike, polîtîkayên şerê taybet, li dijî sîstema ku ciwanan dikişîne nava çiravê tiryak û fihûşê em ê bi dirûşmeya ‘Bi ciwanên birêxistinkirî ber bi pêşeroja azad ve’ di 25’ê kanûnê de konferansekê li dar bixin.”