Derbarê Eren Keskîn de doz hat vekirin 2022-12-16 11:52:31     STENBOL - Derbarê Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn ku bertek nîşanî doza derbarê bavê Denîz Poyraz a hat qetilkirin Abdulha Poyraz de hat vekirin da, ji aliyê heman dozgerî ve di encama lêpirsîna hat destpêkirin de doz hat vekirin.    Derbarê bavê Denîz Poyraz a di encama êrişa çekdarî ya Onûr Gencer a li ser Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de hate qetilkirin, Abdulîllah Poyraz de ji ber hevpeyvîna dabû Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Derbarê Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn ku li ser medyaya dîjîtal bertek nîşanî vê doza hatiye vekirin da de jî lêpirsîn hate destpêkirin.    Dozgerê ku derbarê bav Poyraz de lêpirsîn dabû destpêkirin, piştî parvekirina Erenê, giliyê wê kiribû. Lêpirsîna piştî vî giliyî hatibû destpêkirin, temam bû û derbarê Erenê de îdianame hate amadekirin. Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê îdianame qebûl kir û wê danişîna ewil a dozê di 23’yê sibatê de were lidarxistin.    Di îdianameyê de derbarê Erenê  de bi îdiayên “Heqaret” û “Hedefgirtina kesên ku di têkoşîna li dijî terorê de cih girtine” ji 3 mehan heta 5 salan cezayê hepsê hate xwestin.    Eeren a derbarê wê de doz hate vekirin, li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal bertek nîşanî vê yekê da û wiha got: “Ji ber parvekirina min a derbarê daxuyaniya bavê Denîz Poyraz a ji aliyê kujerê nîjadperest ve hat qetilkirin, li Dadgeha Cezayê Giran dozeke din li min hatiye vekirin. Darazeke ku nizane ji êşa bavekî xemgîn re rêzê bigire.”