Ji KNK û MXDŞ’ê peyama Cejna Êzî 2022-12-16 11:21:43       NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê û Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, bi boneya Cejna Rojiya Êzî ya êzidiyan peyamek dan û cejn pîroz kirin.    Rojiyên Êzî ku di nava civaka êzidiyan de yek ji ferzên olî ye û 3 rojan rojî tê girtin, îro Cejna Êzî tê pîrozkirin. Li gorî baweriya Êzdayetiyê, di van rojan de xwîn nayê rijandin û dûa dikin. Îsal li tevahiya Şengalê bi wesîleya cejnê şahî hatin lidarxistin. Bi hezaran Êzidî tevlî cejnê bûn û peyama Şengala aram dan her kesê. Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) û Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi boneya Cejna Rojiya Êzî ya êzidiyan peyameke nivîskî dan û cejn pîroz kirin.    "Vegerîn ser axa xwe'   Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê di daxuyaniya nivîskî de wiha got: "Bi navê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, em rojiyên Êzî pîroz dikin. Em bi hêvî ne ku ev rojî bibe rojên xweş û geş di nava civaka me de û bibin wesîleya pêkvejiyana gelên li herêmê. Bi sedan sal in, dijimin ji bo koka me ya kevnar ji holê rake, ji her alî ve planên qirêj dimeşînin. Niha jî dixwazin Êzdiyan ji çanda wan a kevnar û ola wan dûr bixin. Li ser vî bingehî berê civaka me didin Ewropayê û nahêlin Êzidî liser axa xwe ya pîroz vegerin. Tevî hemû planan, gelê me li çanda xwe xwedî derketiye.   Di van rojên pîroz de civaka me dû peyamên giring dane raya giştî. Ya yekem peyama wê dan ku piştî 74 fermanan jî her êzidî li ser koka xwe mane, bîr û baweriya xwe parastine. Ya din jî di van deman de şerekî taybet li ser civaka me tê meşandin û wekî ku Şengal ne aram be didin nîşandan. Lê di nava van rojan de bi hezaran Êzdî li seranserê Şengalê bi coşek mezin û şahiya ev rojên pîroz derbaskirin. Di virde peyama Şengala aram dan dijiminê xwe. Bi boneya Cejna Rojên Êzî em di serî de vê cejnê li Civata Rûhanî û tevahiya gelê xwe yê li welat û derveyî welat pîroz dikin. Bi taybetî li malbatên şehîdan, ji ber ku bi saya keda şehîdan em dikarin van rojan bi azadî pêşwazî bikin.   Em bi hêvîne ev cejn bibe wesîleya tifaqa gelê me û vegera tevahiya civaka  me ya ji bo Şengalê. Em bi navê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bang li civaka Êzidî dikin ku di her warî de xwe bi tifaq û rêxistin bikin. Taybet gelê me ku di nava çadiran de jiyan dike û heya nihe li koçberiyê ne, êdî dem hatiye hun biryara xwe ya vegera li ser axa bav û kalan bidin. Heta ku civaka me yekîtî û tifaqa xwe çêneke, li ser axa xwe venegerin, wê parçebûn hebe.”   'Cejn bila bi xwe re aramiyê bîne'    Konseya Rêveber a KNK’ê bi wesîleya Cejna Êzî ya civaka êzidî peyameke pîrozbahiyê weşand û wiha got: "Em li ser navê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê cejna Êzî li bawermendên êzidî û tevahiya Kurdistaniyan pîroz dikin. Hêvîdarin ev cejn aştî û aramiyê ji tevahiya mirovahiyê re bîne.   Roj rûgeha êzidiya ye û li gorî baweriya gelê Mîtrayî û rojperestên li Mezopotmiyayê ew ji elementên xwezayê yên herî pîroz e û çavkaniya temamî jiyanê ye. Her sal li vê dema salê, ango li kintirîn rojên salê bawermendên Êzdayî sê rojan bi rojî dibin, ji bo jiyan li ser zemînê dewam bike bi nimêj û duayan ji Xwedayê mezin lavan dikin ku jiyê rojê dirêj bike.   Bi hev re jiyan, aştî û aramiya civakê ji armancên herî bingehîn ên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ye. Ji bo xwegihandina van armancan jî ked, kar û xebat pêwîste. Hêvîdarin ku liv û tevgera me hemûyan di vê arasteyê de be.”