Yusuf Ziya Gumuşel û Kadîr Îsteklî hatin girtin 2022-12-15 15:57:02     STENBOL - Yusuf Ziya Gumuşel û Kadîr Îsteklî hatin girtin.   Ji ber bertek û nerazîbûnên civakê derbarê Yusuf Ziya Gumuşel û Kadîr Îsteklî de biryara binçavkirinê hat dayîn û piştî demekî her ku kes hatin binçavkirin û hatin girtin.    Îdianameya der barê damezrînerê Weqfa Hiranurê ya girêdayî Cemaeta Îsmaîlayê Yusuf Ziya Gumuşel, keça xwe H.K.G. di 6 saliya xwe de bi murîdê wî Kadîr Îsteklî re “zewicand”, di 9’ê kanûnê de ji aliyê dadgehê ve hat qebûlkirin. Li ser vê yekê der barê Yusuf Ziya Gumuşel û dayik Fatma Gumuşel de bi sûcê “bi awayekî xelekê îstîsmara zayendî ya li dijî zarok” heta 22 sal û 6 meh û der barê Kadîr Îsteklî de ji ber sûcên “bi awayekî xelekê îstîsmara zayendî ya li dijî zarok” û “êrîşa zayendî” heta 67 sal, 10 meh û 15 roj bi xwaza cezayê girtîgehê doz hat vekirin.   Parêzera H.K.G di 13'ê kanûnê de serî li dadgehê da û der barê Kadîr Îsteklî, Yusuf Ziya Gumusel û Fatma Gumusel a xeyrî mewqûf (kesê ku bêyî bê girtin tê darizandin) de daxwaza girtine kir. 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Anadoluyê ya Stenbolê der barê bersûc Kadîr Îstelî û Yusuf Ziya Gumusel de biryar da ku binçavkirinê derxistin. Piştî biryarê polîsan avêtin ser Weqfa Hiranur a Sancaktepeyê. Di Weqfê de kesek nehat dîtin.   Kadîr Îsteklî yê ku der barê wî de biryara girtinê heye, li Pendîkê hat binçavkirin. Her wiha bavê H.K.G. Yusuf Ziya Gumuşel ê ku piştgirî da vê yekê jî hat binçavkirin.  Kadîr û Yusuf, li Midûriyeta Polîsan a Gayrettepya Stenbolê di binçavan de dihatin ragirtin, sewqî Edliyeya Anadolûyê hatin kirin.    Di îdianameya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Anadolûyê ve hatiye amadekirin ji Yusuf Ziya Gumuşel û hevjîna wî Fatima Gumuşel heta 22 sal û 6 meh ceza tê xwestin. Derbarê Kadîr Îsteklî de jî sûcê “êrişa cinsî” û “îstîsmara cinsî ya li dijî zarok” 67 sal û 10 meh û 15 roj ceza tê xwestin.    2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Anadolûyê ku îdianame qebûl kiribû 22’yê gulana 2023’yan roja danişînê dabû. Piştî nerazîbûna raya giştî dadgehê roja danişînê wek 30’ê çileya 2023’yan diyar kiribû.    Piştî ku li dozgerîyê îfadeyên wan hatin girtin bi biryara girtinê sewqê dadgehê kir. 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Anatoliya a Stenbolê biryara girtina Kadîr Îsteklî û Yusuf Ziya Gumeşel da.