Li Hewlêrê panelek têkildarî tundiya li dijî jinê hat lidarxistin 2022-12-13 14:52:20     NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Têkoşîna Dijî Tundûtujiya Dijî Jinan û Malbatê bi hevkariya Rêxistina bi Hêzkirina Jinan panelek bi navê ‘Ol û aştiya malbatê’ li dar xist. Di panelê de nûnerên hemû olan, kuştinên jinan red kirin.   Li bajarê Hewlêrê Rêveberiya Têkoşîna Dijî Tundûtujiya Dijî Jinan û Malbatê bi hevkariya Rêxistina bi Hêzkirina Jinan panelek bi navê ‘Ol û aştiya malbatê’ li dar xist.   Di panelê de behsa şîdeta li ser jinan, herwiha hebûna aştiya civakê hate kirin. Mela Seîd Ekrem di panelê de axivî û got; “Di ola îslamê de mafê hemû jinan diyarkirî ye û ol li dijî tundûtujiyê ye. Kuştina jinan a di bin navê şerefê de sûc e, ev yek ne li gorî pîvanê ola îslamê ye û îslam li dijî kuştina jinan e.”   Naz Felekedîn a Kakeyî jî di panelê de axivî û got; “Di nava ola Kakeyiyan de şidet û kuştina jinan nîne. Lê çandek cuda heye, ez dikarim bêjim jin bûne qurbanê çand û kevneşopiyan.”   Awat Derya ya ku Zerdeştiye jî di heman panelê de axivî. Awat got ku li gorî ola Zerdeştiyan ti cudahî di nava mêr û jinan de nîne, tenê behsa mirovbûnê hatiye kirin û kuştina jinan qebûl nake.