Li Efrînê ji aliyekî daran dibirin ji aliyekî jî bac li şêniyan tê birîn 2022-12-13 13:39:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk û komên girêdayî wê pêkanîna sûcan li dijî şêniyên resen ên Efrînê ku ji kantonê derneketine, didomînin. Li Efrînê dar tên birîn û bac li şêniyan tê birîn.    Çavkaniyên xwecih ji kantona Efrînê ya dagirkirî ragihandin ku komên girêdayî dewleta tirk 200 darên zeytûnan li navçeya Şêrawayê  birîne û baç li şêniyên navçeya Şiyê ya Cindirêsê birîne.   Li gorî çavkaniyên xwecih ji kantona dagirkirî, çeteyên Feyleq El Şam 200 darên zeytûnan ên welatiyê bi navê Cemo Omer ê ji navçeya Şêrawayê birîne.   Li gorî çavkaniyên din ji navçeya Şiyê, çeteyê bi navê Mihemed Casim Ebû Emşe û birayê wî Elemdar 800 dolar baç li şêniyên kurd birîne ku li navçeyê mane û jê derneketine.