ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2022'YAN 2022-12-13 09:00:00   *Remziye Kurt ji bo keça xwe ya ku înfaza wê hatiye şewitandin û girtiyên nexweş edalet xwest, da zanîn ku pêkanînên li girtîgehan li tu devera cîhanê tune ne û armanca wan ev e ku serî bidin tewandin lê wê bi tu awayî serî netewînin. DÎMEN HEYE   *Malbatên ku zarokên wan di pêvajoya qedexeya li Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan destnîşan kirin ku hovitiyek wisa li tu deverê cîhanê nehatiye jiyîn û gotin: “Em çawa wan rojan ji bîr bikin. Em ji bîr bikin jî ev ax û welat ji bîr nake. Em ê heta dawiyê li pey doza zarokên xwe bibin û têkoşîna wan bidomînin.” DÎMEN HEYE   *Yek ji damezerînerê Weqfa Hîranur ya girêdayê Îsmaîlaga, Yusuf Ziya Gumuşel, keça xwe ya 6 salî zewicandibû û li keça wê destdirêjiya sîstematîk hatibû kirin. Di 20 sal desthilatdariya AKP’ê de ji ber politîkayên gîhandina nifşê oldar, di tarîkat û cemaetên zêde bûn de destdirêjî li hezaran zarokî hat kirin û bi dehan dosya hatin girtin.