Li sînorê Şengal û Wargeha Cede şahiya jinan 2022-12-10 11:00:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê di çarçoveya pêngava 16 rojî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Dijî Jinan de, şahiyek ji bo jinên sînorê Şengal û Wargeha Cede lidarxist û jin hatin xelatkirin.   Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê di çarçoveya pêngava 16 rojî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Dijî Jinan, ji bo jinên Şengal û Wargeha Cede şahiyek lidarxistin.   Wezaretê derbarê pêngavê de daxuyaniyek belavkir û hate got: “Di çarçoveya erkên bihêzkirina jinan û bicihkirina plana nîştimanî ya dibin navnîşana ‘Jin, asayîş û aştî’ de, şaxa Musil ya wezareta me şahiyek ji jinên niştecihê Wargeha Cede û sînorê Şengalê re lidarxist. Di şahiyê de jin hatin xelatkirin û dirûşmeyên dijî tundûjtiya jinan hatin qêrin.”   Hêjayî gotinê ye Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê pêngavek 16 rojî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Dijî Jinan, li seranserê Iraqê ragihandiye. Di vê çarçoveyê de ji bo jinan çalakiyên cûr be cûr tên lidarxistin.