IFJ: 67 rojnamevan di sala 2022’yan de hatin qetilkirin 2022-12-10 09:48:49   NAVENDA NÛÇEYAN - IFJ bîlançoya binpêkirinên dijî rojnamevanan eşkere kir û ragihand di sala 2022’yan de 67 rojnamevan hatine qetilkirin.    Li gorî rapora Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî (IFJ), îsal 67 rojamevan û xebatkarên medyayê, dema rabûna bi erka xwe hatine qetilkirin. Îsal 47 rojnamevan zêdeyê par hatine qetilkirin.   IFJ’ê diyar kir ku piraniya wan li Tirkiyeyê, li Myanmar û Çînê herî kêm 375 rojamevan girtî ne. IFJ’ê da zanîn ku li Çînê 84, li Myanmarê 64 û li Tirkiyeyê jî 51 rojnamevan girtî ne. Par 365 rojnamevan girtî bûn. Rêxistinê ji ber zêdebûna hejmara qetilkirina xebatkarên medyayê, bang li hikûmetan kir ku ji bo parastina rojnamevan û çapemeniya azad pêngavên şênber biavêjin.   Li gor raporê welatê ku herî pir rojnamevan hatine qetilkirin, bi 12 rojnamevanan Ûkrayna ye û rojnamevan bi piranî hefteya pêşîn a şer jiyana xwe ji dest dane.   Li gorî IFJ’ê li Meksîkayê zêdebûna tundûtûjiya rêxistinên sûcan û li Haîtiyê xirabûna pergala civakê, yek ji sedemên sereke yên qetilkirina rojnamevanan e. Rêxistinê diyar kir ku sala 2022’yan salek ji salên herî xeternak e ji bo rojnamevanan li Meksîkayê. Lî Meksîkayê şer nîn e, lê ji bo rojnamevanan wek welatê herî xeternak tê dîtin.   IFJ’ê destnîşan kir ku li Pakistanê gava krîza siyasî, îsal 5 rojnamevanan jiyana xwe ji dest daye û li Kolombiya û Fîlîpînê hişyarî li rojnamevanan kir ku hay ji xeteriyê hebin.   Her wiha qetilkirina nûçegihana Al Jazeera Şirîn Abû Akile ku li Filîstînê gava dayîna agahiyan hat kuştin, şermezar kir.   Al Jazeerayê vê hefteyê ji bo lêpirsîna qetilkirina Şirîn, bi awayekê fermî serî li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî da.   Di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker şeva 20’ê Mijdarê li ser navçeya Dêrik a Qamişloyê pêk anî de, nûçegihanê ANHA’yê Îsam Abdûllah hatibû qetilkirin û nûçegîhanek jî heman rojê li Kobanê birîndarbû bû.   IFJ’ê li cîhanê nûnertiya 600 hezar xebatkarên medyayê dike ku zêdeyî 140 welatan endamên sendîka û komeleyan in.