‘Em bi rojnamegerên girtî re di nava piştevaniyê de ne’ 2022-12-10 09:03:32   Melek Avci   ENQERE - Koordînatorê Mudaxaleya Lezgîn a Azadiya Çapemeniyê ECPMF Gurkan Ozturan der barê azadiya çapemeniyê û operasyonên li hember çapemeniya azad ev nirxandin kir: “Tirkiye, piştî Ukraynayê ku ji ber şert û mercên şer azadiya çapemeniyê hat binpêkirin, şûnde welatê ku herî zêde binpêkirin lê tê jiyînê ye.”   Di 25’ê cotmehê de navenda wê Enqere li 9 bajaran bi ser malên xebatkarên JINNEWS û Ajansa Mezopotamya (MA) hatin girtin û bi hinceta faliyetên meşandine 9 rojnameger di 29'ê Cotmehê de hatin girtin. Di meha hezîranê de jî rojnamegerên çapemeniya azad hatin girtin û der barê hemû rojnamegeran de hîna îdianameyek nehatiye amadekirin. Li dijî vê bertek didomin.    Li ser navê European Centre for Press and Media Freedom (Navenda Azadiya Çapemeniyê ya Ewropayê - ECPMF)  Gurkan Ozturan der barê binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê tên jiyîn, operasyonên li hember xebatkarên çapemeniyê de axivî.   Ji dijhiqûqiyan re zemîna qanûnî hat avakirin   Gurkan wek sazî nirxandina li dijî rîskên qanûna sansurê parve kir û wiha got: “Ligel pêkhatina mekanîzmayeke sansurê ya li ser çapemeniyê, gelek rîskên din hene. Li welat  hemû kesên di çapemeniya dijîtal de parvekirinê dikin daneyên wan tên şopandin. Ev ji pêkanînên dijhiqûqî re rewabûnê pêk tîne. Berê jî di pêvajoya hilbijartinên DYA’yê de em skandala Cambrîdge Analytîca li ber çavan bigirin, di esasê de ev qanûn rîskên pir mezin dihewîne.”   Torên trol ên desthilatdariyê nayên axaftin   Gurkan daxuyakirin ku qanûna ku ji bo rojnamegeran ceza dixwaze li meclîsê dihat nîqaşkirin û di vê navberê de jî rojnameger hedef hatine nîşandan û wiha pê de çû: “Hîna qanûn di lijneya giştî ya meclîsê de dihat axaftin nûçeyên hatibûn weşandin hedef girtin û dest bi pêvajoyê kirin. Desthilatdariyê bi armanca sererastkirineke nû ya di çapemeniyê de vê qanûnê bi kar tîne. Lêpirsînên tên vekirin, talîmata çavkaniyên nûçeyan dîsa vê qanûnê nîşan dide. Hinceta vê qanûnê jî agahiyên derew û şaş tên nîşandan. Torên trol ên deshtilatdariyê nayên axaftin. Di qanûnê de venasîna dezenformayonê nayê kirin û her wiha di alî hiqûqê de jî di cihekî ne zelal de cih digire.”   ‘Zext zêde bûne’   Gurkan balkişand ser zextên li ser çapemeniya azad û bi lêv kir ku zext di meha cotmehê de dest pê nekirine û wiha bi lêv kir: “ Bi salan e li ser azadiya çapemeniyê zext tên meşandin. Demekê zext hinek kêm bibin jî di salên dawî de zext pir zêde bûne û bi nêzîkbûna hilbijartinê re zextên ser saziyên çapemeniyê û rojnamegeran zêde bûne. Ji bo em binpêkirinên mafan ên li ser çapemeniyê bişopînin û raporê amade bikin me MappingMediaFreedom.org  ava kir. Em li daneyan binêrin, di 2022’yan de li Ukraynayê di şertên şer de binpêkirinên mafan ên azadiyê pir hatin jiyîn û Tirkiye piştî Ukraynayê welatê herî zêde binpêkirinên li ser çapemeniyê hatiye jiyînê ye.”   ‘116 binpêkirin bûn rapor’   Gurkan destnîşan kir ku di raporan de 25 rojnamegerên Kurd hatine girtin û wiha dirêjî dayê: “116 binpêkirin bûn rapor. Herî kêm 282 rojnameger, çapemenî û xebatkarên çapemeniyê zext dîtine. Ji van bipêkirinan ji sedî 56,9 yanî 66 heb dijhiqûqî bûn, yanî binçavkirin, serdegirtina malan, girtin û cezayên hatine dayînê ne. Ji van binpêkirinan 25 li hember çapemeniya Kurd in û 89 kes jî ji van binpêkirinan bi bandor bûne. Ji meha hezîranê de heta gelek rojnameger ji ber van zextan hatin binçavkirin û girtin. Ne pêkan e ev binpêkirin bên qebûlkirin. Em wek Partiyeke Mudaxaleya Lezgîn a Azadiya Çapemeniyê (MFRR), Navenda Azadiya Çapemeniyê ya Ewropa (ECPMP) van binpêkirinan dişopînin û şermezar dikin bi rojnamegeran re piştevaniya xwe îlan dikin.”   Wê rapor bidomin   Gurkan bi lêv kir ku wê rapor bidomin û wiha berdewam kir: “Tirkiye di 2022’yan de li gorî salên din zext zêde kirine. Tirkiye di rêza binpêkirina mafan de gelek şûnde ketiye. Di alî demokrasî, hiqûq, azadiya çapemeniyê azadiya înternetê de nîşan dide ku pêvajo qet baş nîne. Em ê wek ECPMF der barê binpêkirinan de şopandinên xwe bidomînin û raporên xwe her tim amade bikin. Di çarçoveya rêgezan de divê binpêkirin bibin rapor. Lê sazî mixabin der barê raporkirina binpêkirinan de qels dimînin. Em wek ECPMF banga piştevaniyê dikin. Divê em piştevaniyê mezin bikin.”