ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2022'YAN 2022-12-10 09:00:00   *Jinên sîyasetmedar destnîşan kirin ku divê Gelê Kurd xwedî li deskeftiyên xwe derbikeve û wiha gotin: “Gelê Kurd xwedî bi îrade û xwediyê hişmendiya doz û nasnameya xwe ye. Lewra ji serkeftina kurdan ditirsin.” DÎMEN HEYE   *Koordînatorê Mudaxaleya Lezgîn a Azadiya Çapemeniyê ECPMF Gurkan Ozturan der barê azadiya çapemeniyê û operasyonên li hember çapemeniya azad ev nirxandin kir: “Tirkiye, piştî Ukraynayê ku ji ber şert û mercên şer azadiya çapemeniyê hat binpêkirin, şûnde welatê ku herî zêde binpêkirin lê tê jiyînê ye.”   *Ji bo meşa li dijî tecrîdê ya wê li Wanê pêk bê bangên jinan didomin. Jinan diyar kirin ku ji bo tecrîd û şer bidawî be yekane çareserî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e. Perîhan Ozlu da zanîn ku wê nikaribin dengê girtiyan bibirin û divê kurd demildest bikevin tevgerê. BI DÎMEN    *Endama OHD’ê Parêzer Necla Mizgîn Argiş da zanîn ku CPT der barê ku bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kiriye an na de tu agahiyek şênber parve nekiriye û ji ber vê bêalîbûn û rêzdariya xwe winda kiriye û got: “Em dixwazin CPT mîsyona xwe bîne cih. Daxwaza me ji komeleyên hiqûq û gelê me ev  e, her tim bi israr daxwaza xwe bînin ziman.” BI DÎMEN