Girtiyê nexweşê giran Tahîr Gurdal hat qetilkirin 2022-12-10 08:29:46   COLEMÊRG - Girtiyê nexweşê giran Tahîr Gurdal ê li nexweşxaneya ku li Amedê rakirinê bi awayekî kelemçekirî dihate dermankirin, jiyana xwe ji dest da.     Tahîr Gurdal (53) ê nêzî 10 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Wanê girtî ye beriya demekê bi nexweşiya penceşêra pişikê ket. Tahîr nêzî 4 meh in teşhîsa penceşêra pişikê lê hatiye kirin, ji bo dermankirinê birin Girtîgeha Ewlehiya Hejmara 1’an a Amedê. Tahîr  li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê bi awayekî kelemçekirî û di nav nivînan de 38 rojan dihate dermankirin, duh bi şev jiyana xwe ji dest da.    Tê payîn ku cenazeyê Tahîr dê li navçeya Gever a Colemêrgê were veşartin.