'Bi êrîşên tên kirin re hûn nikarin bi kurdan re li hev bikin' 2022-12-09 16:37:42     EQNERE - Parlamentera HDP'ê Tulay Hatîmogullari, bal kişand ser polîtîkayên îqtîdarê ên normalkirinê û got ku bêyî lêkolîa li ser çekên kimyewî û bi êrîşên tên kirin re hûn nikarin bi krudan re li hev bikin.    Di tura 4’emîn a Pêşniyarqanûna Budçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2023’yan de li Lijneya Giştî ya Meclisê budçeya Wezareta Parastinê tê nirxandin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tulay Hatîmogûllari di niqaşan de axivî û li ser mijarên polîtîkaya şer, êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Federe ya Kurdistanê nirxandin kir.    Tulay got ku AKP’ê siyaseta xwe li ser bingeha şer ava kiriye û wiha dewam kir: “AKP û şirîkên wê li herêmê ne siyaseta aştî û diyalogê lê siyaseta şer û pevçûnan dimeşîne. Lewma jî em neçar dimînin çavkaniyên xwe ji bo çek, tank û topan xerc bikin. Her ku hûn budçeya ji pariyê nanê gel hatiye kêmkirin û ji bo şer tê xerckirin zêde dikin, ewlehiya vî welatî xerabtir dibe. We şerê Sûriyeyê veguhest Tirkiyeyê û li Lîbyayê her tişt serûbin kir. Berdevkê Serokkomar Îbrahîm Kalin niha jî qala stratejiya sedsala nû ya komarê dike. Ew jî; asayîbûn e. Gelo baş e ev 20 sal in we nekarî vê stratejiyê bicih bînin? Bi piştgiriya hûn didin rêxistinên selefî û cîhadîst re, bi êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re hûn nikarin normal bibin.    Bi hinceta teqînê we êrîş kir   Akar, di axaftina xwe de xwedî li HTŞ’ê derket. Bi axaftina xwe re xwedî li rêxistinên weke DAIŞ, El Nusra û dûvikên wan derket. Bêyî ku hûn bikaranîna çekên kîmyewî yên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê lêkolîn bikin, hûn ne dikarin li Iraqê û ne jî li devereke din bi kurdan re asayîbûnekê çêbikin. Ez careke din bi bîr dixim; we gotibû ku ‘di edvantera me de çekên kîmyewî tune ne’ lê piştre we got ku em gazên ku rondikan ji çavên mirovan tînin, bi kar tînin. Divê hûn van gotinên hev nagirin zelal bikin. Her wiha di şeva 19’ê mijdarê de bi hinceta teqîna li Taksîmê we êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Lê hemû dîmen, îfade û belgeyên zelal ên derheqê teqînê de nîşan da ku ev kar karê DAIŞ, El Qaîde û dûvikên wan e. Lê we kir sedema êrişê.    Li her çar parçeyan hûn êrîşî kurdan dikin   Misteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan digot; ‘heke hewce bike ez ê çar kesan bişînim Sûriyeyê, dê çar moşekan pê bidim avêtin û sedema şer biafirînim.’ Gelo ma mînakeke ji vê baştir heye? Hûn dibêjin çavê me li xaka kesekî nîne. Lê we bi polîtîkaya osmaniya nû heta Lîbyayê çûn. Hûn dibêjin pirsgirêka me bi kurdan re nîne lê li her çar parçeyên Kurdistanê li dijî kurdan şer dikin. Erdogan digot; ‘Kobanê xelas bû.’ Baş e lê tişta li Kobanê xelas dibû çi bû? Mirovên mîna me û we li wir dijîn. Yên ku hûn dixwazin li wir tune bikin, gelê kurd e. Ev yek nayê qebûlkirin. Di wê navbera 30 km’an de kurd, tirk, ereb hene. Hûn dê yan wan gelan tune bikin an jî bidin koçberkirin. Ma ji bilî vê rêyeke din heye ku hûn bibêjin me xelas kirin? Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yek ji parçeyên kampanyaya hilbijartinê ye. Em qebûl nakin ku zarokên gelê me yê xizan li Sûriyeyê û deverên din bên kuştin. Bacên ku em didin, weke OSO, HTŞ, bombe, tank û top li me vedigerin. Em vê yekê bi tu awayî qebûl nakin.”