Derbarê Feleknas Uca de 3 fezlekeyên cuda hatin amadekirin 2022-12-09 13:52:21     ENQERE - Derbarê Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Uca de 3 fezleyekên cuda hatin amadekirin û şandin Meclîsê.    Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve derbarê Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê Feleknas Uca de bi daxwaza rakirina destnedayina wê 3 fezleyekên cuda hatin amadekirin şandin Meclîsê.    3 fezlekeyên cuda hatin amadekirin   Derbarê Feleknasê de di 4'ê Sibatê de bi iddiaya "terîkkirina gel a ji bo kîn û dijminatiyê" fezleke hat amadekirin. Wekî hinceta fezlekeyê jî demeçên têkildarî êrişên li ser Şengal û Rojava yên hatine weşandin hat nîşandan. Fezlekeya duyem jî bi iddiaya "Propagandaya rêxistinê" hat amadekirin û wekî hincet jî axaftina 8'ê Adarê ya 2021'ê ya li Êlihê hat nîşandan. Bi iddiaya "Civîna li dijî qanûnê û lidarxistina xwepêşandanan" jî fezlekeya dawî hat amadekirin. Ev fezleke jî bi hinceta meşa li Galatasaraya Stenbolê ji bo piştevaniya Leyla Guven hatibû lidarxistin hat amadekirin.