Li Îranê jin dîrokê dinivîsin 2022-12-09 09:05:42     ENQERE - Li Îranê bi pêşengiya jinan prostestoyên didomin du meh li pey xwe hişt û jin dîrokê dinivîsin. Têkoşîna jinê ya ji gotinên Dr. Farrokhrou Parsa; "50 sal in ji bo wekheviya jin û mêr têdikoşim. Ez ji hewldana xwe ne poşman im. Ez ê serî netewînim" heta niha didomin.   Piştî jina kurd a bi navê Jîna Mahsa Emînî ji aliyê rejîma Îranê ve hat qetilkirin şûnde çalakiyên protestoyî li bajarên Kurdistanê dest pê kiribûn û piştre li hemû bajaran bi lez belav bûbû.  Li Îranê têkoşîna jinê xwe dispêre dîroka kevn û Tevgera Mafê Jinan a Îranê cara ewil  di 1910’an de kovara jinê weşandin. Piştî Şoreşa Destûra Bingehîn a Îranê  komeleya jinê heta sala 1933’yan ku ji aliyê hikûmeta Riza Şah Pehlevî hat feskirin, berdewam kir. Têkoşîna jinê piştî Şoreşa Îslamî ya 1979’an şûnde bi qanûnên zextên li ser jinan ji nû ve bilind bû.   Têkoşîna jinan ji dîrokê hêzê digire   Li Îranê tevgera jinan di 1963’yan de ji bo mafê dengan, ji bo jin di peywirên cemawerî de cih bigirin,  ji bo mafên destberdan û welayetê bên bidestxistin gelek bi bandor bûn. Di encama têkoşînan de mafên hatin bidestxistin, ji şoreşa îslamî ya 1979’an heta niha yek bi yek ji dest hatin girtin. Di gelek mijaran de mafê jinan hatin xepskirin. Bi qetilkirina Jîna Emînî re têkoşîna jinan a dîsa rû da û li welat belav bû,  li dijî rejîma Îranê ya Îslamî berxwedana xwe didomîne.   Di salên 1900’î de rêxistinên veşarî yên jinên Îranê   Di 1906’an de piştî parlamentoyê daxwaza maf û wekheviyê yên jinan red kir, jinan qadeke ku bi veşarî dikarin bên gel hev ava kirin û Komeleya Azadiya  Jinan, Komeleya Şoreşger a Jinan û di 1922’yan de Yekîtiya Jinên Welatparêz ava kirin.  Pêşenga tevgera jinan û damezrînera Rêxistina Jinan a Welatparêz Mohtaram Eskandarî hat girtin û mala wê hat şewitandin. Jin wê demê di faliyetên dihatin meşandin de gelek zehmetî dikişandin.   Bedena jinê kirin qada şerê îdeolojîk   Dema 1936-1941’ê em dikarin bêjin ku ji nûve mafê jinan vejiya. Gelek maf û reform vê demê de pêk hatin. Rêveberiya Riza Şah li dijî sergirtina ferzkirî bû lê ji ber hîna ne xurt bû ji bo rakirina girtinê em pêwist bû. Dihat gotin sergirtin li pêş wekheviya jin û mêr e. Piştre Riza Şah çarşefa reş qedexe kir û rêveberiya cil û bergên nû anî. Rakirina girtina ferzkirî ji bo jinan pêşketinek mezin be jî  nîşan dida ku her desthiladarî li ser bedena jinê serdest e. Di pêvajoyên dîrokî de sererastkirina cil û bergên jinan bê kirin jî jin ji merciyên biryarê dûr hatine xistin. Gelek jinên girtî di dema Riza Şah de pirsgirêk jiyane heta çarşefa reş serbest bû jî xwe ji civakê dûr girtine.    Bilindbûna mafê jinan   Di 1956’an de nav de Yekîtiya Jinan a Piştgiriyê didin Danezana Mafê Mirovan  jî nav de gelek rêxistinên jinan ava bûn. Hejmara rêxistinan zêde bû û 15 heban di 1959’an de Konseya Bilind a Rêxitsinên Jinan ava kir û li ser mafê dengan a ji bo jinan xebatên berfireh meşandin. Farrokhrou Parsa ku doktorî dikir û piştre tevli siyasetê bû ji Şah re name nivîsî û ji bo jinan daxwaza mafê dengan kir. Tevî bertekên mezin ên oldaran, di 1963’yan de mafê dengan ê ji bo jinan, di bernameya reforma 6 xalî ya Şoreşa Spî de cih girt.  Farrokhrou di 1963’yan de bû endamek parlamentoya Îranê. Di pozîsyona alîkarê wezîr a ji perwerdeyê berpirs de cih girt û piştre di 1968’an de wek wezîra perwerdeyê bû yekem endama jin a Îranê ya kabîneyê. Di 1969’an de daraz ji jinan re vebû û di nav de Şîrîn Ebadî ya xelata nobelê girtibû, 5 dadgerên jin hatin tayînkirin.    Vegera tarîtiyê   Rêxistina Jinan a Îranê jî di mijara mafan de çalakiyên xwe pêk anîn û di 1975’an de Qanûna Parastina Malbatê ya zewac, destberdan, welayet û temenê zewacê sererast kir hat qebûlkirin. Aktîvîst û siyasetmedara Îranî Mehrangîz Dowlatshahî ji bo derketina vê kanûnê piştgiriyek mezin daye, serkeftinên mezin bi dest xistiye û li Danîmarkayê yekem sefîra jin a Îmraratoriya Îranê bû.  Wê demê li ser kontrola DYA’yê ya li Îranê gel daketibûn qadan. Lê vê şoreşa pêwist neanî.  Tarîtiya îro jî bixwe re anî.   Ji şoreşa Îslamî ber bi rejîma darvekirinê ve   Di sibata 1979’an de Şoreşa Îslamî ya Îranê pêk hat û Humeynî di balafira ku vedigeriya welat nefret a li dijî destkeftiyên jinan anî ziman.  Vê şoreşa qaşo, têkoşîna bi salan hat dayîn tar û mar kir. Jinên ji bo hikûmetek wekhev tevli meşan bû, bi ferzkirina sergirtinê re hatin rû hev; jin ji kar hatin avêtin, nikaribûn derkevin derve, li kolanan tundî li jinan dihat kirin. Kurtaj, ger, kontrola welidînê hat qedexekirin. Qanûna parastina malbatê hat rakirin. Komên Hîzbullah ên Humeynî wek lîder didîtin li kolanan êrîşê jinan kirin, asît avêtin rûyê jinan. Rejîma îslamî mutefîkên çepgir bi surgun û darvekirinê ceza kir. Wê demê 8 hezar şoreşger ji aliyê rejîma Îslamî ve hatin qetilkirin. Şoreşa Spî ya dema Şah, cihê xwe ji şoreşa çandê re hiştibû. Bi kurtasî îslamiyên Îranê şoreşa gel girtibûn dest û hemû muxalefet yek bi yek tune kirin.   Pêla serhildanê   Rejîmê di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de sergirtin kir qanûnî û li dijî vê serhildana jinan dest pê kir. Çalakiyan 6 rojan berdewam kir. Piştî 40 salî şûnde yekem car protestoyên girseyî pêk hatibûn. Sibeha 8’ê Adarê bi dehezaran jin li ber Ofîsa Serokatiya Nû ya Tehranê hatin gel hev û 3 hezar jin çû bajarê Qom. Dirûşma jinan li hemû bajaran deng dida ‘Me ji bo şûndeketinê şoreş nekir’. Lê tevî hemû hewldanan girtina ferzkirî li ser hemû jinan pêk hat. Vê di 1980’ê de bi ‘îslamîkirina ofîsan’ dest pê kir. Piştre di 1983’yan de  ji bo jinan qanûna ceza ya îslamî ya ji bo bedena jinan ceza anî, pêk hat.   Di salên 90’î de di têkoşînên der barê mafê jinan de ji her baweriyê jinî bi hev re têkoşîn meşand. Di vê demê de hatiye gotin divê ji her baweriyê jin bi hev re ligel hev tev bigerin û têbikoşin. Yekîtiya jinan bi serjimara ciwanan re bû yek di dawiya salên 90’î de tevgera reformê hat destpêkirin û  ji bo jinan hinek maf hatin dayîn. Mafê nefeqeyê, welayetê, destberdan û pîşeyî hatin dayîn. Lê wekheviya jin û mêr li Îranê nehat tahsîskirin.   Jin ji rejîmê bawer nakin   Piştî 8’ê Adara 1979’an çalakiyên jinan berdewam kirine lê terz her tim guheriye. Wek çalakiyên piştî Jîna hatin destpêkirin û por hat birîn. Di 28’ê Kanûna 2017’an de Vîda Movahed li dijî ferzkirina sergirtinê li Kolana Enghelab derket ser qutiyek ceyranê û laçikek spî bi darekê ve daliqand. Ev wek terzeke nû ya çalakiyê di alî tevgera jinan de hat dîtin.    Jinên Îranê tu car dest ji berxwedanê bernadin û tawîzê nadin. Jina Kurd Şîrîn Elem Hulî, Farrokhrou Parsa, Roya Toloui, Jina Kurd Pervîn Ardalan, Jina Kurd Zeynep Celaliyan û Jîna Emînî mohra xwe li dîrokê dane. Navê wan li zarokên nû tên dinê tên kirin.    Dr. Farrokhrou  Parsa ya yekem jina ji aliyê rejîmê ve hat daravekirinê ye wiha digot: “Ez bijîşk im ji ber vê ji mirinê natirsim. Li şûna ez di şerma ferzkirina sergirtinê de bijîm, ez ji mirinê re hembêza xwe vedikim. 50 sal in ji bo wekheviya jin û mêr têdikoşim. Ez ji hewldana xwe poşman ninim. Ez ê serî netewînim. Ez çarşefê li xwe nakim û şûnde gavê navêjim.” Belê jinên Îranê ji yekem jina hatiye darvekirin heta niha hîna li kolanê ne û têkoşîna xwe didomînin. Jin li dijî zîhniyeta serdest dirûşma ‘jin jiyan azadî’ diqîrin.