ROJEVA 09'Ê KANÛNA 2022'YAN 2022-12-09 09:00:00     *"Abdullah Ocalan diyar dike ku jin ji nasnameyek zayendê wêdetire, karekterê civakî dihewîne. Ev tespît di valakirina operasyonên bênasname û bêcivakîbun hiştinê de rolek esas dilîze. Jineolojî ji bo hîmên dîrokî û zanistî yê vê karekterê civakê bide xuyakirin di hewldana sentezkirina tecrubeya bi têkoşînê tijeye de ye." NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ    *Jinên siyasetmedar têkildarî tecrîd û biryara Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a neqebûlkirina hevdîtina bi CPT'yê re nirxandin û gotin: "Wan xwestin Birêz Abdullah Ocalan bidin jibîrkirin. Lê hercara ku ketin tengasiyê jî serî li Îmraliyê dan. Ev helwesta wan balkêş e ku piştî ewqas nerazîbûnan di demek wisa de bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê dikin. Neqebûlkirina Birêz Abdullah Ocalan a hevditinê jî ji van nêzîkatiyên wan e." DÎMEN HEYE   *Garîbe Gezer li girtîgeha Tîpa F ya Hejmar Yek a Kandirayê hat qetilkirin û di ser bûyerê re salek derbas bû. Tevî dîmenên îşkenceyê jî biryara neşopandinê dan. Parêzer Jiyan Tosun diyar kir ku di dosyayê de girtîgeh hatiye parastin û Garîbe hatiye sûcdarkirin û wê dosyayê bibin DDB û DMME’yê.  DÎMEN HEYE   * Îdîanameya Pakîstan Demîr a ku ji aliyê Mehmet Emîn Oner ve hat qetilkirin, hat amadekirin. Dozger, derbarê kiryarê Pakîstanê de vê nirxandinê kir:  “Bi hêsteke cinawirî û bi îşkence kuştinê tuneye.”   *Li Îranê bi pêşengiya jinan prostestoyên didomin du meh li pey xwe hişt û jin dîrokê dinivîsin. Têkoşîna jinê ya ji gotinên Dr. Farrokhrou Parsa; "50 sal in ji bo wekheviya jin û mêr têdikoşim. Ez ji hewldana xwe ne poşman im. Ez ê serî netewînim" heta niha didomin.